‘Divê jin giringiyê bidin kontrola pêşwext a penceşêra memikan’ 2026-10-29 16:10:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kurdistan Heals ji bo piştgiriya nexweşên penceşêra memik çalakiyek lidarxist. Bijîşkan diyarkirin ku kontrola pêşxwex giring e û divê çalakî ber bi deverên li dûrî bajaran jî werin berfirehkirin.   Rêxistina Kurdistan Heals di çarçoveya çalakiyên meha cotmehê ya ji bo rûbirûbûna penceşêra memik de, li Nexweşxaneya Şar ya Silêmaniyê çalakiyek ji bo nexweşên penceşêra memikan li dar xist.   Rupak Ezîz a ji ROJNEWS'ê re axivî wiha got: “Ez çar sal û 9 mehan bi nexweşiya penceşêrê ketim. Min despêkê de qonaxek giran û nexweş derbaskir. Lê bi îrade û hêza xwe min karî xwe komî serhev bikim û rûbirûyê nexweşiyê bibim.”   Rupak Ezîz ev bang li jinan kir: “Ez daxwaz ji hemû wan jinên ku bi nexweşiya penceşêrê ketine dikim, netirsin xwe ji civakê dûrnexin. Di dema wergirtina çareseriyên kîmyawî de zêdetir haydarê tendirustiya xwe bin.”   Di derbarê lidarxistina çalakiyê de jî Rupak got: “Tevilbûna jinên rizgarbûyên ji penceşêra memik, dibe sedemê çêbûna hêviyek zêdetir di dilê wan jinên ku hîna li gel nexweşiyê de têdikoşin.”   ‘Di aliyê hişyarkirinê de zêde giringî bi jinên dûrî bajaran nayê dayîn’   Pispora Nexweşiyên Memik, Dr. Hewrî Şefîq jî li ser lidarxistina çalakiyê axivî û got: “Çalakiyên hişyarkirina jinan nabe tenê di meha cotmehê de sinordar bimîne. Kerta tendirustî û bijîşkên pispor pêwîste berdewam jinan hişyar bikin. Daku jinan teşwîqê kontrolkirina pêşwext bikin.”   Dr. Hewrî da diyarkirin ku di aliyê hişyarkirinê de kêmtir giringî bi jinên li dûrî bajaran tê dayîn û got: “Pêwîste jinên li deverên cûda jî ji metirsyên penceşêra memik û giringiya kontrola pêşwext bên agahdarkirin. Li gor agahiyên ku ez dizanim, di vê mehê de tenê çalakiyek hat lidarxistin û hejmara beşdarvanan jî gelek kêm bû.”   Her wiha Dr. Hewrî Şefîq got: “Hin jin dema ku bi tendirustin serdana bijîşk nakin û li benda derketina nîşanên nexweşiyê dimînin. Ev yek ziyan bi tendirustiya wan digihîne. Pêwîste jin giringiyê bi kontrola pêşwext bidin. Ji berku dîtina zû ya nexweşiyê dikare rê ji bo çareseriyê guncawtir û asantir xweş bike.”   Pispora Nexweşiyên Memik Dr. Jiyan Xelîl jî têkildarî armanca lidarxistina çalakiyê got: “Em dixwazin ew jinên ku karîne xwe ji nexweşiya penceşêra memik rizgarkirine ezmûna xwe ji jinên din re vebêjin. Em dixwazin bi rêya van ezmûnan wan peyaman bigihînin ku penceşêr nayê wata mirinê. Belkû dikare hêviya jiyanê bibexşe û bibe sedema bihêzbûan jinên din. Her wiha armanca me hişyarkirina jinan a giringîpêdana bi kontrola pêşwexte ye.”