Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin 2026-10-24 14:06:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" li gelek bajaran çalakî li dar xistin û li aqûbeta xizmên xwe pirsîn.    Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih, Riha û Colemêrgê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin çalakiyên xwe yên heftane domandin û aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin pirsîn.   Amed    Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 924'emîn de li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê domand. Parezvanên pafên mirovan, endam û rêveberên saziyên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHD'ê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hamza Arslanoglu, ên ku di 25'ê Cotmeha 1995'an de li Amedê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû şopandin û windakirin pirsî.   Alîkarê Serokatiya Giştî ê Ercan Yilmaz daxuyaniyên ku ji aliyê Wezareta Edaletê ve derbarê Serokatiya Daîreya Lêkolînkirina Sûcên Bêfaîl de hatine kirin bi bîr xist û got: “Herî dawî di 3yê Cotmeha 2026'an de daxuyaniyek hat dayîn. Di vê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta îro 58 dosyayên hatine ronîkirin. Berê jî me gelek caran di vê mijarê de bang kiribû. Li Tirkiyeyê windakirina bi zorê û cinayetên faîl nediyar rastiyek e. Lê belê em dibînin ku sûcên bi mebestên siyasî hatine kirin heta îro hatine paşguhkirin.”   Piştî Ercan Yilmaz kurê Hamza Arslanoglu, Mesut Arslanoglu diyar kir ku bavê wî ji ber xebatên xwe yên siyasî ji aliyê JÎTEM'ê ve dihat şopandin û li Cadeya Hatboyu li Torosa Spî hat siwarkirin û hat revandin. Mesut Arslanoglu got ku divê êdî aqûbeta windayan were eşkerekirin û wiha axivî: “Tevî salên ku derbas bûn jî em negihîştin encamekî. Me hîna nekariye ku em şîn û konê van windayan deynin.”   Çîroka Arslanoglu ji aliyê Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş ve hat xwendin.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya bi deqeyekê bi dawî bû.     Riha    ÎHD'a Rihayê û xizmên windayan di hefteya 86an de çalakiya xwe domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHD'ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Şefîk Geçgel ê ku di sala 1993an de li navçeya Sêwregê ya Rihayê piştî hat girtin û tu agahî jê nehate girtin, hat pirsîn. Endamên saziyên sivîk û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.   Rêvebera ÎHD'ê ya Rihayê Demet Aykut çîroka Şefîk Geçgel xwend.   Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.     Êlih    Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'a Êlihê di hefteya 760'emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de aqubeta Abdûrrahman Coşkûn ê ku di 29'ê Cotmeha 1995'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dema ku ji mal derketiye û hatiye windakirin, pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD'ê, Xizmên Windayan, Dayîkên Aştiyê û gelek kes tev li bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Sedat Yildirim çîroka windakirina Abdûarrahman Coşkûn xwend.   Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.     Colemêrg    Şaxa ÎHD'a Colemêrgê û Xizmên Windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” di hefteya 250 de çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hamît Temel ê ku 19'ê Cotmeha 1991'an de li gundê Pelan/Peyîla hatibû binçavkirin û winda kirin hate pirsîn.   Daxuyanî ji aliyê rêvebirê ÎHDê Keskîn Erol ve hate xwendin. Keskin Erol behsa çîrok û kuştina Hamît Temel kir û ev yek got: “Hamît Temel di sala 1991'ê de ji aliyê komeke ku ji 10 kesên bi rûpêş û bi çek ve li mala xwe bi êşkenceyê tê binçavkirin. Heta 4 rojan malbata wî ruxmê hemû hewldanan jî tu agahiyê derbarê wî de bi dest naxe. Di roja 5'emîn a windabûna wî de, li ser rêya gundê Pêlan ê navçeya Geverê cenazeyê wî ku du gule berdane serê wî ji aliyê şivanekî ve tê dîtin. Li ser agahdarkirina şivan malbata wî diçe cenaze hildigire û vedişêre. Saziyên dewletê tu bersiveke fermî nade malbatê di derbarê kiştina Hamîd Temel de. Piştî salan dozgeriya Geverê di derbarê dosyaya Hamît Temel de biryara neşopandinê dide.”   Beşdarên çalakiyê û xizmên windayan daxwaza tespîtkirin û darizandina kujerên Hamît Temel kir.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.