Zêdetirî 400 kesayet û rêxistinan ji bo Werîşe Muradî bang kirin 2026-10-23 15:57:32   NAVENDA NÛÇEYAN - 56 rêxistin û 383 kesayetan banga lezgîn li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku ji bo rêgirtina li cezayê darvekirinê yê li ser girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî, gavan biavêje.   Kampanyaya ‘Azadî ji bo Werîşe Muradî’ ragihand ku 56 rêxistin û 383 kesayetan ku di nav wan de çalakvanên siyasî, nûnerên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan hene, bi îmzekirina daxwaznameyeke bilez, ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku ji bo rêgirtina li darvekirina girtiya siyasî ya Kurd û parêzvana mafên jinan Werîşe Muradî, bikeve tevgerê.   Name ji Komisyona Serbixwe ya Navneteweyî ya Vekolîna Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî ya li ser Îranê û Raportorê Taybet ê rêxistinê yê ji bo Karûbarên Mafên Mirovan li Îranê re hate şandin.   Îmzekaran fikarên xwe yên kûr der barê biryara cezayê darvekirinê ya li ser Werîşe Muradî de anîn ziman û daxwaza destwerdana bilez a saziyên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî kirin da ku jiyana wê biparêzin. Her wiha bang li rayedarên Komara Îslamî kirin ku bi fermî garantî bidin ku cezayê darvekirinê neyê bicihanîn.   Di berdewamiya nameyê de wiha hate gotin: “Pêşengî û xala me ya herî bilez û sereke, rizgarkirina jiyana Werîşe Muradî û rêgirtina li darvekirina wê ye.”   Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî, cara yekem di 10’ê Tebaxa 2024’an de ji aliyê Şaxê 15’an ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.   Dadgeha Bilind a Welat di 10’ê Kanûna 2025’an de, ji ber kêmasiyên di lêkolînan de û nepejirandina rênivîsên qanûnî, cezayê darvekirinê yê li ser wê betal kiribû û dosya ji bo lêkolîna dubare şandibû heman şaxî.   Lê belê, Şaxê 15’an ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê di 14’yê Cotmeha 2026’an de, careke din cezayê darvekirinê li ser Werîşe Muradî weke biryar pejirand.