Li Erzoxliyê li dijî projeya GES'ê bertek: Em naxwazin 2026-10-21 13:12:19   AMED - Li taxa Arzoxliyê, niştecîhan li hember hatina xebatkarên şîrketê ku li gel cendirme û polîsên  hatibûn ji bo projeyeke santrala enerjiya rojê, bertek hatin nîşandan; welatiyan dijberiya xwe ya li hember projeyê anîn ziman û bang li her kesî kir ku tevlî têkoşîna parastina hawîrdora xwe ya xwezayî û qadên xwe yên jiyanê bibin   Li taxa Erzoxlî ya Sûra Amedê ji bo projeya Santrala Enerjiyê û Tesîsa depokirina Enerjiyê  ya Tavê 2 a Zenkar " ku rapora (ÇED) hat  dayîn, personelên şîrketê li gel cendirmeyan û hêza çevîk ketên qadê. Hat diyarkirin ku dê şîrket li  vêderê GES'ê ava bike.   Baroya Amedê û niştecihên herêmê, bi daxwaza rawestandina cîbicîkirinê û betalkirina rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (NBH), doz li Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê vekirin. Di çarçoveya pêvajoya hiqûqî de, li herêmê lêkolîneke li cihê bûyerê hate kirin. Di rapora lêkolînê de hat diyarkirin ku divê bandorên giştîbi taybetî yên ku dibe di encama têkiliya bi projeya cîran ZENKAR-1 re derkevin holê bi rêya nêzîkatiyeke hevbeş a çavdêrî û rêvebirinê, bi awayekî têrker bên nirxandin.   Gel: Em vê projeyê naxwazin   Her çend di rapora pisporan de hatibe diyarkirin ku biryara derbarê NBH'ê de ne guncaw e, lê hatina şîrketê ji bo taxê li gel  leşkeran, bû sedema bertekeke tund. Niştecihên herêmê, nerazîbûna xwe anîn ziman û bi awayekî zelal diyar kirin ku ew vê projeyê naxwazin û bang li her kesî kirin ku li dijî wê helwestê nîşan bidin.