Li Êlihê mirina bi gûman a zarokekî 2026-10-17 11:21:54   ÊLIH - Zarokê bi navê Muhammed O. li taxa Çamlıtepeyê di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Çamlıtepeyê ya Êlihê, Muhammed O. yê 17 salî li mala xwe di şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin. Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs sewkî cihê bûyerê hatin kirin.   Hat ragihandin ku ji bo tespîtkirina sedema rastîn a mirina Muhammed O., lêpirsînek hatiye destpêkirin.