Qeyûm tayînî Halk TV'yê kirin 2026-10-14 08:41:16   STENBOL  - Polîsan bi ser avahiya Halk TV’ê ya li Stenbolê de girt. Qeyûm li Halk TV hate tayînkirin û weşana wê hate rawestandin.   Polîsan îro bi ser avahiya Halk TV’ê ya li Stenbolê de girt. Piştî serdagirtinê qeyim tayînî kanalê hat kirin û weşana televîzyonê hat sekinandin. Di kanalê de lêgerîna polîsan didome. Polîs nahêlin xebatkarên kanalê têkevin hundir.   Rêvebirê Giştî yê Weşanê yê Halk TV’yê, Suat Toktaş, xwest ku weşana rasterast bidome da ku mafê bingehîn ê gel ji bo agahdarkirinê were parastin, lê qeyûm ev yek qebûl nekir.