Partiya Pêşerojê ji bo Hevrîn Xelef daxuyanî da 2026-10-11 15:13:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Sûriyeya Pêşerojê di salvegera 7`emîn a şehadeta Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan de daxwaza hesabxwestina ji berpirsyarên bûyera şehadeta wan kir, da zanîn ku ew heta avakirina pergala demokratîk a pirrengî û nenavendî ku tê de mafê hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê hebe hişmendiya xwe bidomînin.   Desteya Rêveber a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi boneya salvegera 7`emîn a şehadeta Hevrîn Xelef a ku bi `Yasmîna Aştiyê` tê naskirin daxuyaniyek da.   Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di 12`ê Cotmehê de salvegera şehadeta Sekretera Giştî ya partiya wan Endezyar Hevrîn Xelef û rêhevalê wê Ferhad Remedan e, ew bi destê xayîn û dijminan li ser rêya M4 sala 2019`an hatin suîqestkirin.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şehîd Hevrîn ne tenê pêşengeke derbasdar e, ew sembola jina Sûriyeyê ya têkoşer e û dimîne ew jî, ew dengê aştî, yekîtiya niştimanî û redkirina projeyên dagirkeriyê ye.   Partiyê da zanî ku guleyên ku bi awayeke xedar Hevrîn hedef girt, israra me ya ji bo xebateke ji bo pêkanîna pergala demokratîk a pirrengî û nenavendî ya ku maf û çarenûsa hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê misoger dike, zêde kir.   Partiyê şermezarkirina xwe ya beramberî bûyerê dubare kir û daxwaz kir ku civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî, rêxistinên qanûnî yên cîhanî berpirsyartiya bûyerê rakin, sûcaran ceza bikin.   Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de ev yek anî ziman: “Bi navê hemû meclis û nivîsgehên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, bi navê jin û ciwanan, em soza xwe bi Yasmîna Sûriyeyê re nû dikin, pê re jî meşeleya aştiyê radikin, em ê heta ku welatê me bibe xwedî azadî, edalet û wekheviyê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.”