TJA’yê tundî şermezar kir 2026-10-05 18:25:48   MÊRDÎN – TJA’yê di civîna Meclîsa Şaredariya Midyadê de, li dijî şîdeta li dijî endama meclîsê ya jin a ji DEM Partiyê nerazîbûn nîşan da û got, "Heta ku edalet pêk were, em jin dê biqêrin û hesab bipirsin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya Postexaneya Midyadê ji bo şermezarkirina êrîşa fîzîkî ya li dijî endama meclîsa jin a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di dema civîna Meclîsa Şaredariya Midyadê de, civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek kes beşdarî civîna çapemeniyê bûn û aktîvîsta TJA û parêzer Dîlan Koç axivî.   Dîlan Koç, tekez kir ku tundî û kuştinên li dijî jinan encama zîhniyeta serdestiya mêran e û diyar kir ku ti ravekirinek tune ku jinek hilbijartî di saziyek fermî de rastî tundiyê were. Dîlan Koç got, "Em jin dê tu carî ji helwesta xwe ya têkoşîn, pirsyarkirin û hesabpirsîna vê zîhniyetê tawîz nedin. Ger kesek talîmat û desthilatdariyê bide we, mafê me jî heye ku em li dijî wê derkevin û heya ku edalet pêk were ji wan hesab bipirsin."   Di dawiya daxuyaniyê de, Dîlan Koç daxwazên wan ên derbarê cezakirina berpirsên êrîşê de jî anî ziman û got, "Em encama ku ji aliyê zihniyeta baviksalar ve hatiye afirandin qebûl nakin. Em dubare dikin ku em ji bo vê êrîşa li ser hevala xwe ya ciwan hesab dixwazin û sûcdar werin cezakirin. Bi têkoşîna xwe ya jinan, em ê tundiya li ser jinan rawestînin. Jin jiyan in, jin azadî ne."       Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" û çepikan bi dawî bû.