Li Stenbolê belgefîlma Komkujiya Vartînîsê 2026-10-03 21:07:13   STENBOL - Li Stenbolê di 33’yemîn salvegera Komkujiya Vartînîsê de belgefîlma Vartînîsê hate hate nîşandan.   Di sala 1993’yan de li gundê Vartînîsa Mûşê komkujiyek pêk hat. Salvegera 33’yemîn a Komkujiya Vartînîsê ku leşkerên Tirk ji malbata Ogut 7 jê zarok 9 kes di mala wan de şewitandibûn, Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo Komkujiya Vartînîse belgefîlmek amade kir.   Li Stenbolê Sinemaya Majestikê nîşandana belgefîlmê hate lidarxistin. Kesên ku xizmên xwe di komkujiyê de winda kirine, derhênerê belgefîlmê Omer Bîçer û gelek welatî tevli nişanda belgefîlmê bûn. Piştî temaşekirina belgefîlmê Omer Bîçer spasiya xwe ji temaşvanan re kir û bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.