Jineke têkoşera heqîqetê: Nagîhan Akarsel 2026-10-02 09:06:19   Şehriban Aslan   AMED- Nagîhan Akarsel ku di temenê biçûk de dest bi lêgerîna heqîqetê kir  jiyana xwe da ser çîrokên jinan û seranserê jiyana xwe ya nedihat dîtin, hewl dida bide xuyakirin. Li gel ku di ser qetilkirina Nagîhan Akarsal re sal derbas bin jî  jin soza ku dane wê  tînin cih û wê didin jiyîn.   Rojnameger û lêkolînera jîneolojiyê Nagîhan Akarsel ku jiyan axwe da ser lêgerîna heqîqet û çîrokên jinan, di 4’ê cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê li ber mala xwe hat qetilkirin. Nagîhan Akarsel ku li pey xwe xebatên der barê pêşeroj, têkoşîn û  bîra jinan de hişt, piştî kuştina wê jin têkoşîna wê bi xebatan didin jiyîn. Nagîhan Akarsel ji pirtûkxaneya jinan heta navenda lêkolînê, ji helbestan heta nivîsan mîrateyek ji jinan re hişt û îro ev mîrate li Kurdistan û gelek deverên din bi destê jinan zindî dibe.   Nagîhan Akarsel di 24'ê Hezîrana 1977'an de li Gundê Golyazi yê Cihanbeyliya Konyayê ji dayik dibe. Li gund ji ber mêr diçûn derveyî welat dixebitîn bêtir zarok û jin hebûn û Nagîhan Akarsel bi hişmendiya parastina mafê jinan mezin bû. Birayê wê ji ber dest bi dibistanê dike ew jî dixwaze biçe û zû dest pê dike. Dibistana seretayî diqedîne û diçe Konyayê ji bo ku amadekariya zanîngehê bike.   Nagîhan Akarsel di 1993'yan de dikeve azmûnê û puanekî baş digire. Li Zanîngeha Gaziyê beşa rojnamegeriyê dixwîne. Ji zarokatiya xwe heta mezin dibe lêgerîna wê ya heqîqetê didome. Di 1994'an de bavê wê yê diçe Ewropayê jiyana xwe ji dest dide. Nagîhan Akarsel piştre diçe Enqereyê û li wir bi 6 hevalên xwe re lêgerîna heqîqetê didomîne. Derbarê vê yekê de malbata xwe agahdar nake tenê ji xwişka xwe re dibêje "ger tiştek bi min bê berpirsiyariya malê aîdî te ye. Ez bandorê li ser her kesî dikim lê belê nikarim li te bikim." Malbata wê demek dirêj jê xeberê nagirin lê baweriya malbatê bi sekna wê ya xurt tê.   Gava ewil a rojnamegeriyê   Dema tê Tirkiyeyê di 2001'ê de li Enqereyê tê binçavkirin. Piştî 14 rojî ya binçavkirinê Nagîhanê dibin Girtîgeha Ulucanlar a Enqereyê. Nagîhanê di vê serdemê de Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatip Dicle, Selim Sadak nas dike. Piştî rûniştina duyem Nagîhanê dişînin Girtîgeha Amasyayê û 5 sal şûnde tehliye dibe. Nagîhanê aliyê xwe yê xwendinê li derve jî didomîne. Biryarê dide ku zanîngeha di nêvî de maye temam bike. Li Zanîngeha Hacetepeyê xebatên akademîk dike. Di 2008'an de jî li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê dike.   Rêwitiya lêgerîna heqîqetê   Nagîhan Akarsel li Enqereyê dest bi rojnamegeriyê kir. Li ku pêdivî bi çi karî hebûya ew dikir. Dilnizm bû û nedixwest dilê kesekî bihêle. Nagîhana ku dev ji lêgerîna heqîqetê berneda digot "Ez ê di temenekî ciwan de bimirim, çimkî ew ê vê fikirandina kûr min bikuje.   ‘Wê çîroka hemû jinan bê nivîsin’   Nagîhanê di 2013'yan de li ser karê jinan kûr bû û dev ji DÎHA'yê berda. Di salên 2014-2015'an de berê xwe bi Rojava vedike. Ew berê xwe dide çîrokên jinan. Her wiha li beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava wekî akademisyen peywirê digire. Ji bo çîrokên jinên Êzidî yên bi hovîtiya DAÎŞ'ê rû bi rû man, li cîhanê belav bike vê carê berê xwe da Şengalê. Nagîhan Akarsel wiha dibêje: “Yek jineke ku çîroka wê neyê nivîsin wê nemîne.”   Tarîtiya ku Nagîhan Akarsel hedef girt   Nagîhan Akarsel piştre ji Şengalê derket çû bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê û ji rojnameya Ozgur Gundemê re nivîs nivîsand. Wê tenê ji rojnameyê re nedinivîsand her wiha li Silêmaniyê di nava xebatên Jineolojiyê de jî cih digirt. Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê li ber mala xwe hat qetilkirin. Xeyaleke Nagîhanê ya herî mezin ew bû ku gundê jinê ava bike û pirtûkxaneya jinê ya mezin ava bike. Piştî qetilkirina wê jinan xeyalên wê pêk anîn. Li Silêmaniyê pirtûkxane hat vekirin. Jinan ji bo hesabpirsînê têkoşîn li qadan meşandin. Li wan qadan soz dan Nagîhan Akarsel. Ev jî soza pêkanîna xeyalên wê bû.