'Zimanê Kurdî destkeftiyeke Şoreşa Rojava ye' 2026-09-22 15:23:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Beşdarên çalakiya ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî ya ku li Qamişloyê bi girseyî hat lidarxistin, diyar kir ku zimanê kurdî yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava ye, ew biryara Wezareta Perwerdeyê red dikin û daxwaza dikin ku zimanê dayikê bê misogerkirin û wekî zimanê fermî li Sûriyeyê bê naskirin.   Li bajarê Qamişloyê bi beşdariyeke girseyî ya şêniyên bajar û bajarokên herêma Cizîrê yên Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê, Girkê Legê, Qamişlo û Hesekê çalakiya ji bo daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê kurdî hat lidarxistin.   Beşdarên çalakiyê yên ku ji şênî, xwendekar û çînên cuda yên civakî pêk dihat, li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişloyê kom bûn û çalakî hat lidarxistin, çalakî ji hêla Însiyatîfa Gel bi dirûşma “Zimanê me nasnameya me ye” pêk hat.   Çalakvanan pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Zimanê me pêşeroja me ye”, “Xwîna şehîdan zimanê me parast”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” rakirin.   Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Însiyatîfa Gel Yûsif Kûtê axivî û got: “Her giyayek li ser bingeha xwe şîn dibe, mirov jî li ser zimanê xwe, bêyî ziman mirov nikare xwe îfade bike, bêyî ziman kes nikare çanda xwe binivîse û kesek nikare bêje ez heme. Ji ber vê yekê ziman hebûn û nasnameya me ye, mafê hemû gelan e ku bi zimanê xwe bixwîne, binivîse û pê re bijî.”   Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî Mihemed Ebas axivî û got: “Em bi navê şehîdên xwe yên ku ji bo ziman û dîroka Kurdan canê xwe feda kirin we silav dikin, me di Şoreşa Rojava de karîbû gelek dezgehan vekin û sîstema xwe ava bikin, me gelek têkoşîn kir, banga me ji hikumetê re ew e ku zimanê me qebûl bike û nas bike.”   Berdevka Kongra Star Gulistan Gulo jî axivî û ev tişt anî ziman: “Yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava û Şoreşa Jin zimanê kurdî ye, ev yek bi berxwedanan bi hezarên şehîdan hatiye bidestxistin, di şoreşê de gelê Kurd perwerdeya xwe bi zimanê kurdî didît û nifşeke ava kir, ji ber vê yekê em biryara hikumeta veguhêz qebûl nakin, ev biryar bi hişmendiyeke desthilatdar a ku dixwaza gel bi rengekî tenê bi rê ve bibe, hatiye girtin.”   Bi navê xwendekaran xwendekara bi navê Silava Elî axivî û got: “Em çavê xwe li ser perwerdeya bi zimanê xwe vekir, em bi zimanê xwe têkoşîn dikin û pê serkeftinan ava dikin, em vê biryarê red dikin, ev biryar ne di cihê xwe de ye, em ne tenê zimanê kurdî dixwazin, em dixwazin perwerdeyê bi zimanê xwe yê kurdî bibînin.”   Bi navê mamosteyan mamoste Rojîn Mihemed Mûsa axivî û wiha anî ziman: “Biryara hikumeta li Şamê ne biryareke adilane ye. Heke zimanê kurdî çû, hebûn, dîrok û çanda gelê Kurd jî diçe, ji bo ku şoreşa Rojava, şoreşa ziman bi ser bikeve ji 15 salan ve mamoste û xwendekar li ser pêyan e, em ê xwediyê zimanê xwe bin, divê her Kurdek ji bo zimanê xwe yê kurdî serî hilde.”   Bi navê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Umer axivî û got: “Tewrat, Încîl û Quran behsa parastina aştî û ewlehiyê ya li ser vê xaka mubarek kiriye, her wiha behsa mafê mirovan ê zimanê dayikê jî kiriye û ew wê wek mafekî rewa yî ji bo hemû mirovan dibîne.”   Bi navê pêkhateya Ermenî Guhar Xecedûryan jî wiha axivî: “Divê em daxwaz bikin ku em li dibistanên xwe perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê dayikê bibînin, gelê Ermen jî nizane bi zimanê xwe binivîse û bixwîne, sedem jî ew e ku dersên zimanê dayikê tên kêmdîtin, ji ber vê yekê îro ji me tê xwestin ku em li dijî aliyê ku mafê me dixwe serî hildin.”   Çalakî bi berzkirina sloganên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.