Rihayî perwerdehiya bi Kurdî dixwazin 2026-09-21 09:10:09   RIHA - Şêniyên Rihayê diyar kirin ku gava herî samîmî ya ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bê avêtin perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û wiha gotin: “50 sal in em ji bo zimanê xwe têdikoşin. Ger pêvajoyek hebe û samimiyet hebe bila zimanê me bikin zimanê perwerdehiyê.”   Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kir du salên xwe tije dike. Di pêvajoyê de Gelê Kurd ji bo zimanê wan bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê gelek çalakî û bername pêk anîn. Li Kurdistan û bajarên Tiriyeyê di dema nû ya perwerdehiyê de Gelê Kurd ji nû ve daketin qadan û daxwaz kirin ku zarokên wan bi Kurdî perwerdehiyê bibînin. Yek ji bajarê ku çalakî lê pêk hat Riha bû.   Li Rihayê welatiyên tevli bernameya der barê perwerdeya bi zimanê dayikê bûn, der barê mijarê de axivîn.   ‘Ger ji dil bin divê zimanê me bibe zimanê fermî’   Fîrdevs Acar balkişand ser pêvajoya aştiyê û wiha got: “Bi naskirina mafê perwerdehiyê ya bi zimanê dayikê divê dewlet di çarçoveya pêvajoyê de gavek ji dil biavêje. Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em li vir in. Divê zimanê me li her derê bê axaftin. Ji ber polîtîkayên hikûmetê zimanê me asîmîle dibe. Bila her dê û bav bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Bila bizanibin ku zimanê me jiyana me ye û em tu car dest ji zimanê xwe bernadin. Heta zimanê me bibe zimanê fermî em ê têbikoşin.”   ‘Divê zarok bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin’   Yildiz Vural destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û wiha anî ziman: “Divê Kurdî bibe xwedî statu. Em îro ji bo zimanê xwe li qadê ne. Em xwedî li zimanê xwe derkevin û divê civak di vî alî de hewl bide. Divê zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Em bi zimanê xwe serbilind in. Ereb, Tirk bi zimanê xwe diaxivin. Ka kes mudaxaleyê wan dike? Na. Bila ew jî mudaxaleyê me nekin. Zimanê me rûmeta me ye.”   ‘Bila zimanê me bibe zimanê perwerdeyê’   Hatîce Goktepe jî wiha bi lêv kir: “50 sal in em ji bo ziman têdikoşin. Bila zimanê me bibe zimanê perwerdeyê. Ez îro ji bo zimanê xwe li vir im. Divê zimanê me bibe zimanê fermî. Bila li dibistanan Kurdî perwerde bêdayîn. Me tevî her tiştî zimanê xwe parast. Ger dibêjin pêvajoyek heye û ji dil bin divê zimanê me bikin zimanê perwerdeyê û statuyê bidin.”   ‘Em ê zimanê xwe biparêzin’   Hevseroka Komeleya Pêşxistin û Lêkolînkirina Ziman, Çand û Hunera Kurdî (ZIWAN-KURD) Stran Bozkaya, jî destnîşan kir ku ew ji bo ziman her tim li qadan e û wiha domand: “Em îro ji bo zimanê xwe li vir in. Ev pêvajo ji bo me girîng e. Ger dewlet bixwaze ji bo pêvajoyê tiştekî bike divê ji bo ziman gavê bavêje. Ziman ji bo me girîng e. Hebûna me girêdayê zimanê me ye. Ji ber vê em ê her tim zimanê xwe biparêzin.”   Fatma Soysal jî diyar kir ku divê zimanê dayikê bibe zimanê fermî û wiha got: “Em naxwazin zimanê me tenê zimanekî li malê bê axaftinê be. Zarokên li dibistanan bi Tirkî dersan dibînin û Kurdî ji bîr dikin. Ji ber vê bila zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê.”