Malbatên di erdhejê de xizmên xwe winda kirin di nobedê de ne 2026-09-18 16:28:02   ENQERE - Nûnera Platforma "Malbatên Li Pey Edaletê" ku li ber avahiya Wezaretê çalakiya nobetê didomîni Aylîn Ay got: "Em li ber Wezareta Edaletê çalakiya xwe ya protestoyî didomînin, ji ber ku di doz û danişînên berdewam de, cezayên pêwîst ên li hemberî wê zincîra paşguhkirinê nehatine dayîn."   Endamên Platforma "Malbatên Li Pey Edaleê" ku di erdhejên 6'ê Sibata 2023'an ên bi navenda xwe li Maraşê xizmên xwe winda kirineev heşt roj in li ber Wezareta Dadê nobetê digirin; armanca wan ew e ku pêvajoyên qanûnî yên têkildarî avahiyên hilweşiyayî bi awayekî rast bên meşandin û berpirsiyar bên darizandin.   Di dawiyê de, Aylin Ay bang li her kesî û bi taybetî jî li xelkê Enqereyê kir ku piştevaniyê nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin û got: "Tirkiye herêmeke erdhejê ye, welatekî ku li hemberî karesatan gelekî bêparastin e. Ji bo ku careke din windahiyên bi vî rengî çênebin, pêwîst e cezayên pêşîgirtinêbên sepandin. Divê em dengê xwe bilind bikin. Em bang li her kesî dikin ku li vir tevlî me bibin."Aylîn Ay da zanîn ku Wezareta Edaletê hêj bersiva daxwazên wan ên ji bo hevdîtinê nedaye û got ku ew ê heta bicihanîna daxwazên xwe, çalakiya nobetê bidomînin.