‘Heta edalet pêk neyê wê dosya Jîna Emînî vekirî bimîne’ 2026-09-16 13:24:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Hana ya parastina mafên mirov, ragihand ku heta edalet pêkneyê wê dosya Jîna Emînî vekirî bimîne. Her wiha diyarkir ku rejîma Îranê Kurdistanê xistiye navendeke sereke ya çewisandinan.   Bi boneya çaremîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û despêkirina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, Rêxistina Hana ya parastina mafên mirov daxuyaniyek parve kir.   ‘Heta gihiştina edaletê dosya Jîna Emînî vekirî bimîne’   Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Jîna wekî jinekê ket ber sîstemeke wisa ku desthilatdariyê li ser laş, cilûberg û hilbijartina jinan ferz dike, her wiha wekî Kurdekê ser bi civakekê bû ku bi dehan salin rûbirûyî cudakarî û tepisandina siyasî bûye. Vê yekê nîşan da ku cudakariya zayendî, zilm û çewsandina neteweyî dikarin li ser jiyanekê bên ferzkirin. Ji ber vê yekê şoreş bû daxwazeke giştî ji bo azadî, wekhevî û rûmeta mirovî. Her wiha heta gihiştina edaletê, wê dosyaya Jîna Emînî bi vekirî bimîne.”   ‘Kurdistan bûye navendek sereke ya çewisandinan’   Hatiye diyarkirin ku bersiva rejîma Îranê ji bo daxwazên gel gulebaran, kuştin, birîndarkirin, girtin, êşkence, tundûtûjiya zayendî, windakirina bi zorê, dadgehkirinên neheq û darvekirinan bû. Kurdistan, ji Seqiz û Sineyê bigire heta Mehabad û Ciwanroyê, careke din bûye yek ji navendên serekî yên tundûtûjiya dewletê.   ‘Berpirsên zilimkar bê ceza dimînin’   Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Yek ji sedemên herî giring yên berdewambûna tûndûtijiya li Îranê bê ceza mayîne. Malbatên qurbaniyan li şûna ku bigihin rastî û dadperweriyê, gelek caran rûbirûyê gef û zextên wan saziyên ku ji çewisandinan berpirsin tên. Deshilata wan bi ser jiyana giştî û taybet a welatiyan de zêdetir bûye.”