Rûken Nexede: Ya rast felsefeya Jin Jiyan Azadî ye 2026-09-16 10:53:12   WAN - Endama Desteya KJAR'ê Rûken Nexede diyar kir ku felsefeya "Jin, jiyan, azadî" li seranserê cîhanê belav bûye û bûye bingeha têkoşîneke hevpar ku jin û civakê li hev tîne û wiha got: "Ew naxwazin kes bibine ka çi li hundir diqewime. Ew hemû rojevê ber bi şer ve dikişînin. Divê rojev, li şûna vê, di serî de li ser guhertina ku armanca wê azadiya gel, jin û civakê ye, hûr bibe."   Li Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jina Emîni têkoşîna "Jin, jiyan, azadî" belavî hemû cîhanê bû. Li seranserî cîhane jinên ku li dora "Jin jiyan azadî" bûn xelek bi awayekî hevpar daxwaza azadiya jinê û têkçûyina hişmendiya serdest a mêr kirin. Çalakiyên ku bajar bi bajar û welat bi welat belavî tevahiya cîhanê bûn, 4 sal li pey xwe hiştin.    Der barê vegûherîna ku şoreşa "Jin jiyan azadî" bi xwe re anîne, rêxistinkirina têkoşîna bi pêşengiya jinan, koka dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî", pêvajoya çar salî ya têkoşînê û asta ku îro gihîştiyê de, Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede nirxandin ji Ajansa Mezopotamyayê re kir.    Rûken Nexede diyar kir ku felsefeya "Jin, jiyan, azadî" ne tenê dirûşmek e, bi xwe re gelek  pirsên têkildarî nasname, azadî û şêwazên jiyana jinan tîne û wiha axivî: "Dema ku em dibêjin Jin jiyan azadî tê wateya ku di felsefeya vê de çiqasî pêşketin heye. Felsefeya Jin jiyan azadî ji herkesî re, ji pirsgirêkan bigire heta bernameyên rojane yê jiyanê, bernameyên demdirêj yê jiyanî, ji bo azadiya kes bigire heta aboriyê, ji aboriyê bigire heta siyasetê, ji siyasetê bigire heta hemû xalên jiyanê yê ku pêwistiyên jiyanê ku pêdiviya mirov pê hene êdî pirsan dike. Di van 4 salên derbasbûyin de herkesekî pirsa, 'ez kî me?' li xwe kir. Hîn jî wê pirsê li xwe dikin û ew pirs firehtir bûye. Her jinek pirs dike, jinê ku nû dibihîzin pirs dikin. Dema ku tê gotin şoreşa jine û bi felsefeya Jin jiyan azadî tê meşandin û pêşengên nasnameya vê rêxistinên jinane wê demê ev pirse berfireh dibe. Ango di çarçoveyeke teng de namîne. Tenê pirsa  'kî me ez' jî têra jin nake. Li ku derê hatime, kî bû me, di nav çi netewê de mezin bûme, pêşengiya vê netewê min çawa kiriye, pêşengtiya vê civakê min çawa kiriye, yan jî min di nav vê jiyanê de çi fêm kir, ez li ku derê bûm, di ku dera jiyanê de bûm, nirxên ku min li jiyanê bar dikir çibûn, derdorê min çiqasî nirx li min bar dikirin, min çawa pênase dikin, niha ez kî me, ez ku derê de cih digirim û çawa dijim ev hemû pirs hene û ev berfireh bûye. Ji bo vê jî felsefeya Jin jiyan azadî ku KJAR îddiaya vê dike, îro li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê asê nema û derbasî hemû cîhanê bû. Ev tenê weke dirûşm derbas nebû. Dilê dirûşmeya Jin Jiyan Azadî Îran û Rojhilatê Kurdistane, hêlina wê Kurdistane, pêşengê derketina wê jina kur be, lê destpêka derketina wê cihê mirovahiyê bûye, hêlîna pêşketinê ya jiyana azad bûye roja îro de jî heman rolê dilîze. Ev tenê Îranê jî asê nema ye, tenê li Rojhilatê Kurdistanê asê nema, teng nebû, berfireh bû û bû malê hemû Kurdistanê. Ev bû malê hemû jinan. Li Îranê jî bi vî rengî bû. Pêşketinên ku li Îranê çêbûn yan jî destpêka şoreşa Jin Jiyan Azadî bi rengeke din çêbû, li tevahiya cîhanê jî bi modelê pirsên ku li Îranê derdikevin pêş felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe belav dike. Ji ber wê em weke KJAR dema ku em xebatekî dikin, bernameyê xebatekî dikin, dema ku em nasnameya siyasî ya wê temsîl dikin û dema ku em pêşengiya vê re îddia dikin em bi vî rengî lê mêze dikin. Em nabêjin ji bo ku KJAR nav û dengê wê hebe bike, erkê exleqî yê KJAR'ê bi taybetî jî rêxistina jinan tişta ku pêş dixe, tişta ku pê re diweste, tişta ku dixwaze bi rêxistin bike ne ji bo nav û dengê xwe ji bo jinan, ji bo civakeke azad. Ev jin bibin xwedî nasname û di nava civakê de gavên civakeke azad avakirinê biaxivêjin. Di van çar salan de tişta ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê pêş ketine ev in."    Rûken Nexede bi lêv kir ku "Jin jiyan azadî" ne tenê bi Rojhilatê Kurdistanê re sînorkirî ma bi demê re tevahiya cîhanê re belav bû û di nav jinan de deng veda û wiha domand: "Dibe ku dewleta Îranê rabe îddiayên cuda bike, çimkî ew jî karê xwe dike. Dijbere, ango li dijî şoreşê ye. Hêzên derve ku niha mudexeleyê Îranê dikin, dibe ku bibêjin em Îranê azad dikin, dibe ku hin hêzên din jî derbikevin îddiayên din bikin. Dibe ku hin hêzên din jî derbikevin îddiayên cuda cuda bikin. Her yek dê îddiayêkî bike. Lê ev îddiaye di pratîkê de diyar in ku çiqasî rast in, çiqasî şaş in, yan jî çiqasî berjewendiyên wan tê de hene. Lê berjewendiyeke me tê de nîne. Em rêxistineke tenê bi nav jin nîn in, em bi rastî rêxistina jin in, rêxistina civakê ne. Em zimanê jinan in, zimanê civakê ne. Em nasnameya jin in û em nasnameya civakê ne. Dema ku dirûşmeya Jin jiyan azadî li Îranê û Rojhilat hate avêtin herkesî bêberamber herkesekî destê hev girt. Beyî ku netewên xwe ji hev qut bikin, beyî ku xwîna hev ji hev cuda bikin, di nav kolanan de kêleka hevdû xwîn rijandin destê hev girtin û gotin, 'êm amade ne, bi hevre Îraneke azad ava bikin' wê demê KJARê peşentiyeke rast kir. "   Rûken Nexede tekez kir ku bilindbûna dirûşma "Jin, jyan, azadî" li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, mirovên xwedî nasnameyên civakî û neteweyî yên cuda li dora têkoşîneke hevpar anîn cem hev û got: "Îran welateke mozaîka netewa gelan e. Di heman demê de mozaîka jinane jî. Ji bo wê welateke ku xwedî dîrokeke  xwe yê exleqî û kur hebe, divê ku xwedî çi li derbikeve, xwedî li tişta ku temsîl dike derbikeve. Ziman û felsefeya wî dibe rengê wî yê jiyanê. Ji ber wê gelên Îranê tişta ku lê digeriyan di felsefeya Jin Jiyan Azadî de dîtin. Raste dirûşmeyeke hevpar bû, lê felsefeya vê hevpar bû, daxwazên jinan hevpar bûn. Di hemû netewî de daxwazên ciwanan hevpar bûn, daxwazên hemû gelan hevpar bûn. Ji ber wê felsefeya Jin jiyan azadî zimanê vê fikrê bû. Tişta ku destê xwe avêtinê gotin,' ev tişt tişta ku ez dixwazime' ji ber wê destê hev girtin, ji ber wê bi hevre têkoşîn kirin. Tişta ku niha şoreşa jin li vir dide qezenckirin ew e ku hemû yek cih disekinin. Dema ku destê hev girtin aliyê fikrî de jî xwe bi rêxistin dikin. Gotin, 'em encax dikarin di bin sîwana felsefeya Jin jiyan azadî de kom bibin' Ji ber wê nakevin pey nakokiyên paşde mayî. Ji derveyî wê dê li hemberî cîhana serdest a mêrsalî dê çawa derkevin. Li hemberî koledariya mêr û jin ya hevpar dê çawa derkevin? Li hemberî çinetiya malbatê dê çawa derbikevin? Li hemberî rejîma Îranê dê çawa derbikevin? Sêdare çima heye û dê çawa bidin sekinandin, îşkence çima hene û dê çawa bidin sekinandin? Komkujiyên ku bi destê dewletê tên kirin dê çawa bên sekinandin? Di bin sîwana vê de xwedî fikrekî ne. Ji bo vê zimanê gelê Îranê bi hevre jiyaneke pir pêşketî. Niha bi şêwazeke hin pêşketî dixwazin bi hevre jiyan bikin. Dixwazin ku xwe bi xwe biparêzin. Niha jin vê dibêjin,' me gavên xwe avêtin vê demî şûnde parastin û berfirehkirina vê gavê û parastina vê gavê pêwîste' Ev dê çawa çê bibe li ser vê nîqaş dikin. Ji ber wê dirûşme çawa bi hevre derket pêş, fikreke bi hevre yê hevpar jî derket pêş. Em vê dewlemendiyê di nav civakê de jî dibînin. Em akteviteyên cuda yên ku di nava Îranê de çêdibin dibînin. Di nava zindanan de em dibînin. Gelek zindanên Îranê xwe bi rêxistinkirine û bûne yek deng. Di bin dirûşmeya Jin Jiyan Azadî xwe birêxistin kirine û dikevin greva birçîbûnê. Peywendiyeke rihî di nav wan de çêbû ye, têkoşîneke hevbeş çêbû ye. Ji ber wê ev hemû deskeftî ne. Em ji van moral digirîn. Em dibêjin ne tenê dirûşmeyeke hevbeşe, têkoşîneke hevbeşe, xebatek û rêxistineke hevbeşe."   Rûken Nexede anî ziman ku gelên cihêreng ên Îranê xalên hevpar ên ku lê digerin di felsefeya "Jin, jiyan, azadî" de dibînin û diyar kir ku ew niha encamên wê dibînin û  wiha berdewam kir: "An ha pêvajoya ku em tê de ne rêxistinên jinan xebateke hevbeş pêşxistin. Ji ber wê jî platformên hevbeş pêş dikevin, konferansên hevbeş pêş dikevin. Êdî ne weke hin caran yek du pêş dikevin. Pêwistiya vê pir zêde tê ditin. Ev jî moral dide û me keyfxweş dike. Ev keyfxweşiye li Îran û Rojhilat derbasî hemû jinan dibe. Jin ji van pêşketina hêz digirin. Ji bo wê me di vê pêvajoya Jin jiyan azadî de ev tecrûbe kir. Bi taybet jî hûn dizanin kongreya Azadiya Îranê pêş ket. Yê ku pêşengiya vê kongreyê kirî jin bûn. Ji ber wê tişta ku jinan di vê pêvajoya 'Jin jiyan Azadî' de ava kirin ev bû. Rihê jin hêdî hêdî dikeve pêş. Di şoreşa Jin Jiyan Azadî berhemeke wê yê bi vî rengî derket. Me di oxira vê de pir bedel dan û em niha encamê van bedelan dibînin. Li derdora me êdî mêrên azad kom dibin. Dibe ku endamên rêxistina me bin lê kêleka jin têkoşîn kirin û kesayetê xwe berçav derbas kirin niha derdorê kom dibin û dixwazin xebateke hevbeş bimeşînin. Ev bi xwe jî gavên mezin yê şoreşa Jin jiyan azadî nîşan dide."   Rûken Nexede da zanîn ku ew ê her qadeke jiyanî vegerin qada têkoşîna jin û got: "Em ji bo xebatên xwe sînor dananîn. Çimkî em koka civakê ne, koka mirovahiyê ne. Ji bo ku em pesnê xwe bidin em nabêjîn, em rastiya jin  tînin ser ziman. Di her qadê de jin kok e. Di her alî de ya  ku rast mêze dike jin e. Ji ber wê jin di her qadan de bi çalak cih digirin. Her qad qada me ye û em ê her qadê tekoşîn bikin. Ji bo guhertinê çi pêwîst bike jî em ê bikin.  Em tenê li cihekî nînin û hin cih jî ne cihê xebata me ye. Lê qada Îranê qada me ya têkoşînê ye, ya guhertina hişmendiya mêrê serdeste, rejîma sedare ye. Em ê her derê bikin qada tekoşînê, em ê her derê bikin qada rêxistinê. Em ê her derê bikin deng û rengê jinan. Em ê bikin rengê civakeke azad, malbateke azad û welateke azad."    Rûken Nexede di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser êrişên DYA û İsraîlê yê li ser Îranê û diyar kir ku mudexeleya DYA'yê û hêzên din ên derve li ser Îranê ne ji bo rizgarkirina welêt in û destnîşan kir ku ev hêz li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û stratejîk tevdigerin û wiha pê de çû: "Helbet dema ku êriş li ser welatekî çê bibe ew der êdî nabe ciheke ewle. Welatiyên wê derê nikarin tekoşîn bikin, xebat bikin. Hem du alî ev şer heye û hem jî rojeva ku vî şerî ava dike heye. Ji ber wê ev tişt nahêle ku jin û civak li ser guhertin û veguhertinê kilît bibe. Tişta ku herî zêde neyînî jî ev e. Me berê jî got û em niha jî li pişt gotinên xwe ne, Emrikî yan jî kî be dema ku êrişî Îranê dike, ne ji bo azadiya welat vê dike. Fikrê wan jî ne li ser vê ye. Çimkî derdê wan cuda ye. Ji ber ku planên wan cuda ne, mijarên wan cuda ne. Li ser wê şer dikin ku çawa dikarin dewleteke nû ava bikin. Wê dewleta ku ava dikin jî bi şewazeke hin baştir xîzmeta berjewendiyên wan bike.  Dewleta Îranê jî dixwaze desthilatdariya xwe fireh bike, herkesî bêdeng bike, îşkence bike. Bi şêwazên cuda welatî kurtir taritiyê de bihêle. Bi hinceta ku vî şerê heyî Îran jî dixwaze herêmên xwe fireh bike. Ev atmosfere, li ser guhertin û veguhertinê bandor dike. Rojevê dagir dikin. Ev jî planeke siyaseta qirêj ya serdestiyê ye. Divê ku mirov nekeve vê xefikê. Ya rast çiye? Guhertin û veguhertina rejîmê û giştî Îranê ye. Ev jî dê bi destê jin û gelan çê bibe. Niha hem dewleta Îranê û hem jî yê êriş dikin welat talan dikin. Ji bo me wekhev in û ferqê xwe tune ye. Bi taybet ji bo me jinan ferqê xwe tune ye. Dîsa yê ku biguhere jin in, mêrên azadîxwazin û civak giştî ye. Civaka ku lingê dewleta Îranê şikand, hejand û ber ruxandinê bir dê karibe biguherîne. Heke ku têkoşîna xwe berdewam bike û beyî ku rojeva şer bixwazi be bije pêwîste têkoşîna xwe mezintir bike. Ji bo vê em hemû hewl didin, xebat dikin û bi gel re, jinan re dest didin hevdû. Divê em rojevê bikin guhertina ku gel dike. Naxwazin ku pêşketina jî kesek bibîne. Bi giştî şer didin pêş. Rojevê vegerînin ser guhertina ku gel dike. Em nebin perçeyeke rojevê ku ew ava dikin. Rojevên cidî ne, şereke cidî diqewime. Giştî jî şereke medyayî heye, siyasî heye, leşkerî heye. Lê rojevê jî bombardiman dikin û nahêlin kes bizanibe ku di nav hûndir de çi diqewime bizanibe. Naxwazin kes pêşketinan jî bibîne. Bi giştî şer didin pêş. Ji ber wê divê mirov rê nede rojeva şer, divê piranî rojev guhertina azadiya gel, jin û civakê be."   Rûken Nexede bi lêv kir ku divê jin û civak baweriya xwe ne bi serdestan bi fikra Jin jiyan azadî bîne û got: "Rojev jî tên guhertin lê kêm jin di navberê de dimînin. Têkoşîn ji bo azadiyê kirin di nav de fêmkirin jî pêwîste. Ango mirov fêm bike têkoşîn bike, mirov fêm bike xebat bike, mirov fêm bike şer bike, mirov fêm bike xwe biparêze. Ev dibe wate dayin. Ji ber wê di navberê de mayîn heye. Gelo Emrîkî ji bo azadiya me şer dike? Nêrînên wan, dirûşmeyên wan, propagandaya wan ne wisa ye. Emrîkî ji bo kesekî tiştekî nake. Vê ji bo rejîma Îranê, ji bo rejîmên serdest û ji bo mêrên ku bi rojane jinan qetil dijin re  jî dibêjim, çimkî hemû yek in. Navber mayîn divê çênebe, ji ber ku diyare, zelal e. Dema ku jin vê fêm dikin rêya xwe diyar dikin û dibêjin,' ev ji bo berjewendiyên xwe êriş dike' ew bi xwe jî dibêjin,' ji bo girava hurmûzê bigirim' ev şerê dike ji bo çiye? Ji bo aboriye. Şerê ku li hemû cîhanê dimeşe şerê aboriyê ye. Ji ber wê dema ku jin vê dibînin civak hemû dibîne û rêya xwe zelal dike. Ev hêzên serdest dixwazin ku gel û jinan bikin propagandayê xwe yê şerkirinê. Ji ber wê divê jin û civak li ser felsefeya Jin Jiyan Azadî lihûrbûna xwe zêdetir bike. Çimkî felseya Jin Jiyan Azadî weke ronahiyekî me ber rastiyê ve dibe. Ev felsefe ne weke modernîteya kapîtalîst ji exleq, pîvan û jiyana rast dûr dixe û ne jî bi hîcab, kilîtkirin,zextkirin û fetisandinê komara îslamî ya Îranê dibe. Herdû jî yek in. Ya rastiyê nîşanî me dide felsefeya azad e."   Rûken Nexede di dawiyê de got: "Divê ku em jin hevdû temam bikin, nêrîneke hevpar derbixînin pêş. Jina azad dikare jiyaneke azad pêşkeşî nifşê nû bike. Jina azad dikare, civakeke azad, welateke azad ava bike. Çimkî dizane çi nîşanî derdora xwe bike. Jina ku pergala kombûnê ava dike, jiyaneke azad ava dike. Ji ber wê jî girînge ku jin li hemberî hişmendiya mîlîtarîzmê derbikeve. Zarokekî dema ku jin perwerde bike, ew zarok dê karibe pêşiya hemû êrişên mêrê serdest bigire. Wê çaxê nifşeke azad pêş dikeve. Mêrên ku dixwazin azad bibin û hişmendiya xwe li ber çavan derbas bikin dixwazin kêlaka jinên ku fehmdar bigirin. Ji ber wê jin koke, hişe, kombûne, civakbûne. Em vî barî tenê nahêlin li ser jinan. Lê di şêwazê xwezayî de jî kes li dayika xwe, xwîşka xwe, hevala xwe û jina li kêleka xwe mêze dike. Heke ku hemû jin îradeya xwe hevbêş derbixin pêş mêrê serdest dernakeve holê. Ji bo vê pêwîste. Ji ber wê divê ku jin bizanibe dema ku bêdeng be, kole be, bêhêz be û tenê be sê qet  di bin desthilatdariya êrişkar de dimîne. Ji ber wê divê ku destpêkê de erka xwe bibînin û piştre jî derdora xwe rêxistin bikin."