Du kesên din di lêpirsîna Gulistan Doku de hatin girtin 2026-09-16 10:03:41   ERZIROM – Du kesên din di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatin girtin.   Di çarçoveya pêla şeşemîn a operasyonên ku Serdozgeriya Komarê ya Erziromê li dijî 11 gumanbaran, ku di nav wan de polîsên teqawîtbûyî û çalak jî hene, bi tohmeta "veşartina delîlan û destwerdana pêvajoya lêpirsînê" di doza Gülistan Doku de daye destpêkirin, ji bo du kesên din jî biryara girtinê hat dayîn.   Piştî girtina du kesên din a di çarçoveya operasyonên hevdem ên binçavkirin, lêgerîn û desteserkirinê ya li heft bajaran de, hejmara kesên ku di dozê de hatine girtin gihîştiye 38 kesan.   Du gumanbarên din piştî îfadeyên xwe yên li dozgeriyê hatin berdan, di heman demê de tedbîrên kontrola dadwerî li ser du kesên din hatin sepandin.