Merve Bayrakçi:Em dikarin bi hev re pêvajoyê mezin bikin 2026-09-16 09:02:34   Elfazi Toral   STENBOL- Rojnameger edîtora Tirkî ya Independent Merve Bayrakçi ku yek ji kesên îmze avêt deklerasyona ‘Ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 îmze’ da zanîn ku divê civak piştgiriyê bide pêvajoyê û got: “Bê guman wê kêmasî hebin lê em bi hev re dikarin pêvajoyê mezin bikin.”   Li Stenbolê di 12’ê Îlonê de li Navenda Çanda Eyupsultan di bernameya pêk hat de kampanyaya ‘Ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 Îmze’ hat destpêkirin. Akdemîsyen, jin, hunermend, nivîskar, siyasetmedar, karker, ciwan û ji aliyên cuda yên civakê kesan îmze avêtin. Ev hatina gel hev a ji aliyên cuda yên civakê, nîşan dide ku ev ne metneke sembolîk a îmzeyê ye. Biryarbûna gel a piştgiriya ji bo civakê nîşan dide. Rojnameger edîtora Tirkî ya Independent Merve Bayrakçi ku yek ji kesên îmze avêt deklerasyonê, der barê kampanyayê de axivî.   Merve Bayrakçi daxwaza xwe ya li welatekî demokratîk û aştiyane bijî, anî ziman û balkişand ser pêvajoya dîrokî ya gelên Tirkiyeyê dijî. Merve Bayrakçi sedemên ku îmze avêtine kampanyayê anî ziman û wiha got: “Ez dixwazim li erdnîgariyeke ku demokrasî û aştî heye bijîm. Di serî de Kurd û Tirk, gelên li vî welatî dijîn êşên mezin kişandin. Ji bo avakirina pêşerojeke aştiyane û demokratîk min bi dilekî rehet îmze avêt. Li gorî min divê hemû gel xwedî heman mafan bin. Wek jinekê  wek dayikekê dixwazim zarokên min bêyî cuda bên dîtin, bêyî tirs, bi rehetî bi ewlehî li welatê xwe bijîn.”   ‘Divê civak piştgiriyê bide pêvajoyê’   Merve Bayrakçi di berdewamiyê de anî ziman ku divê civak piştgiriyê bide pêvajoyê û wiha domand: “Em niha di pêvajoyek çareseriyê de ne. Di siyasetê de gav tên avêtin lê di asta civakî de divê piştevaniya civakî bê afirandin. Bêyî gel ji hev cuda bên girtin divê mafê hiqûqî yê hemû welatiyan pêk bê. Ji Rojavayê Tirkiyeyê heta rojhilatê wê ji bakur heta başûrê divê her kes xwedî van mafan bin.”   ‘Divê mafê bindestan li ber çavan bê girtin’   Merve Bayrakçi destnîşan kir ku aştî bi naskirina mafên aliyên cuda yên civakê pêkan e û wiha got: “Divê her kes li hember hev rêzdar bin. Divê kes kesî cuda nebîne. Rast-çep, Tirk-Kurd divê ev li hember hev rêzdar bin. Dema ku empatî bê avakirin wê aştî jî pêkan be. Aştî, edalet û hemû maf divê li ber çavan bên girtin. Ciwan der barê pêvajoyê de bi fikar in. Ez banga berpirsyariya civakî dikim. Wek dayik û jinekê xwe berpirs dibînim. Hewldanên siyasî bi hêvî ne. Hêviya min ev e ku ev hewldan biguheze asteke baştir. Bêguman wê kêmasî hebin, lê em bi hev re dikarin bi piştgiriya xwe pêvajoyê mezin bikin. Armanca dekleraysona 1001 îmzeyî jî afirandina piştgiriya civakî ye.”