Vegerên malbatên Serêkaniyê didomin 2026-09-08 20:07:59   NAVENDANÛÇEYAN - Karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê ku li kampa Serêkaniyê ya Hesekê diman, îro ber bi nêzî 55 gundên Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê ket rê.   Karwanê koçberan ku ji nêzî 700 malbatî (7 hezar kes) pêk hat berî çend kêliyan gihaşt gundên xwe. Karwanê yekem ku ji nêzî 400 malbatî pêk dihat di 10’ê Tebaxê de ji bajarokê Tiwêna ber bi Serêkaniyê ve bi rê ketibû.   Di encama êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de (Cotmeha 2019) de bi hezaran koçber ji cih û warê xwe bibûn.