Li Zanîngehên Îranê talîmata hîcabê 2026-09-08 15:40:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi nêzbûna 4’emîn salvegera kuştina Jîna Emînî û serhildana “Jin Jiyan Azadî" re, hat ragihandin ku li zanîngehên Îranê talîmatên nû yên der barê serpûşan de dê di demek nêz de bikevin meriyetê.   Alîkarê çandî û siyasî yê lîderê Komara Îslamî ya Îranê ya saziya nûnertiyê ya li zanîngehan Seîd Keremî, di hevpeyvîna xwe ya Ajansa Nûçeyan a Mehr de ragihand ku der barê polîtîkayên serûşan ya li zanîngehan de bi saziyên xwendina bilind re civîn hatine lidarxistin û bi vê armancê re metnek nû hatiye amadekirin.   Seîd Keremî, diyar kir ku ev talîmat dê di demek nêz de ji aliyê Wezareta Zanist û Wezareta Tenduristiyê ve were weşandin. Seîd Keremî yê balkişand li ser qanûnên heyî yên der barê serpûşê de got ku "Tenê ji nû ve pêkanîna van qanûnan bes e” û tekez kir ku ev mijar ji aliyê saziyên xwendina bilind ve tê şopandin. Her wiha Seîd Keremî, diyar kir tiştên ku ew wekî "bûyerên bi êş" ên li kolanan bi nav dike, dê li zanîngehan dubare nebin.   Ragihandina talîmatên nû ya der barê serpûşê ya li zanîngehan de, di demekî de ku mijara serpûşê de mecbûr bûye yek ji xalên herî girîng ên nakokiyê ya di navbera hikûmet û hin beşên civakê û bi taybetî jî jin û jinên ciwan de, hate dayîn.   Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di Îlona 2022’an de ji aliyê dewletê ve, li seranserê Îranê xwepêşandanên berfireh dest pê kirin. Ev xwepêşandan, di bin dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" de veguherî yek ji serhildanên şoreşgerî yên herî girîng ên dîroka Îranê ya hemdem. Dijberiya li hember serpûşa mecbûrî û xwepêşandanên li dijî cudakariya berfireh û sînordarkirinên li ser jinan, di navenda vê serhildana şoreşgerî de cih girt.   Polîtîkayên kontrolkirina cil û bergên jinan hêj di rojeva rejîma Îranê ye de   Niha jî bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, ragihandina amadekirina talîmatek nû ya bikaranîna serpûşan li zanîngehan, nîşan dide ku polîtîkayên der barê kontrolkirina cil û bergên jinan de hêj di rojeva saziyên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê de ne. Ev rewş dikare careke din zanîngehan veguherîne yek ji qadên sereke yên rûbirûbûna di navbera polîtîkayên fermî yên hikûmetê û daxwazên azadiya xwendekar û jinan de.