Nêzî 700 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin 2026-09-08 10:20:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Îro nêzî 700 malbatên koçberên gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê yên ku li Kampa Serêkaniyê dimînin amadekariyên vegerê dikin. Di heman demê de şandeyeke hikumeta veguhêz û Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihîştine kampê.   Nêzî 700 malbatên koçberên gundewarên Serêkaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê yên ku li Kampa Serêkaniyê li gundewarê Hesekê dimînin, ji bo vegera gund û herêmên xwe yên resen amadekariyên xwe dikin.    Şandeyeke hikumeta veguhêz û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya amadekariyên beriya derketina karwanê duyemîn de, gihîştin Kampa Serêkaniyê, di vê kêliyê de şande bi rêveberiya kampê û Komîteya Koçberên Serêkaniyê re ji bo nîqaşa têkildarî vegera koçberan û birêketina karwanê hevdîtinê dike.   Tê payîn ku piştî temamkirina rêkarên girêdayî vegerê û bi şopandina ji hêla aliyên peywendîdar ve wê karwan bi rê bikeve.   Ev karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê ye, 10`ê Tebaxê karwanê yekemîn ê ku di nava xwe de nêzî 400 malbatan hildigirt vegeriyabû.