Li Dêrazorê mayîn teqiya: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan 2026-08-31 20:34:38   NAVENDA NÛÇEYAN – 8 kesan di teqîna mayîna li Dêrazorê de jiyana xwe ji dest dan.   Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêma Feyda Bin Miwêni ya gundewarên Dêrazorê mayînek teqiya.   Li gorî SOHRê di encama teqînê de 3 zarok û jinek di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek birîndar bû.