Li Nisêbînê bîranîna pakrewanan di roja 3'yemîn de didome 2026-08-29 10:24:41   MÊRDÎN - Li Nisêbînê bîranîna pakrewanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û deverên cuda jiyana xwe dane, di roja sêyemîn de bi hatina malbatan û bi hatina gel a girseyî ya qada bîranîn, dest pê kir.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji bo pakrewanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) tên bibîranîn. Bîranîn di roja seyêmîn de bi girseyî dest pê kir û bi sedan kesên hatin cihê bîranînê dirûşmeya “Şehîd Namirin” berz kir.   Wê îro di saet 16:00an de ji bo pakrewanan mewlûd bê xwendin û saet li 18:00'an jî sînevziyona ku qala bîranîna û têkoşîna cangoriyan dike, were nîşandan.   Serdana bîranînê bi girseyî didome.