Kanala ajansa me ya YouTube hat girtin 2026-08-29 10:00:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Kanala YouTube ya JINNEWS'ê, ku berê li Tirkiyeyê ji bo gihîştinê hatibû astengkirin, niha ji hêla platformê ve hat girtin.   Kanala YouTube ya ajansa me, ku nûçe, hevpeyvîn, raporên taybet û nûçeyên vîdyoyî lê têne weşandin, hat girtin. Berê gihîştina kanalê li Tirkiyeyê hatibû astengkirin.   Girtina kanala me ya YouTube piştî rêze astengkirinên ku platformên medyaya dîjîtal ên ajansa me hedef digirin tê.   Hesabên me yên medyaya dîjîtal bi berdewamî hatine astengkirin.   Malpera JINNEWSê û hesabên medyaya dîjîtal berê bi gelek sînorkirinên gihîştinê re rû bi rû mane. Ajansa me, ku binpêkirinên mafên mirovan ên jinan, tundûtûjiya mêr-dewletê, têkoşînên jinan, têkoşînên ekolojîk û pêşketinên civakî ji perspektîfa jinê ji raya giştî re tîne, tevî hemî astengiyan jî nûçeyên xwe digihîne xwendevanên xwe.