Roja 2’yemîn a bîranîna Cizîrê bi serdanên girseyî bi dawî bû 2026-08-27 18:20:53     ŞIRNEX - Li Cizîrê roja 2’yemîn a bîranîna  pakrewanen azadiya Kurdistanê bi tevlibûna gelek hesên ji bajêr û bajarên li dardorê  bi dawî bû.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bîranîna ku bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê ve ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê hatiye danîn di roja 2yemîn de bi dawî bû.   Bi hezaran welatiyan serê sibê heya danê êvarî serdana bîranîna li ber avahiya DEM Partiyê kirin bênavber dirûşmeyên, ‘Şehîd namirin’ , ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Rêya şehîd rêya me ye, Apo Serokê me ye’ berz kirin. Her wiha bi hezaran welatiyên ji navçe û bajarên derdorê berê xwe dane qada bîranînê meş lidarxistin.   Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir jî tev li bîranîna şehîdên azadiyê bûn û sersaxî ji malbatan re xwestin.   Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di bîranînê de got ku gelê Kurd hemû destkeftî û nirxê xwe bi saya şehîdan bi dest xistiye û wiha axivî: “Me çi bidest xistibe bi saya şehîdan e û bi têkoşîna wan em îro dikarin qala aştiyê bikin. Em ê hertim li ser şopa wan bin û heya xeyalên wan pêk werin em ê li ber xwe bidin.”   Roja 2’yemîn a bîranînê bi ‘Çerxa Şoreşê’ û berzkirina dirûşman bi dawî bû.   Bîranîn dê sibe saet 09.00’an de berdewam bike.