Aqûbeta welatiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin ne diyar e 2026-08-26 18:27:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Di nav kêmtirî mehekê de, 47 welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê hêzên Artêşa Pasdaran ya rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û derbarê rewşa wan de tu agahî nayê zanîn. Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî raporek li ser binçavkirina welatî û çalakvanan li Rojhilatê Kurdistanê weşand.   Li gorî raporê, di vê mehê de herî kêm 47 welatî û çalakvanên Kurd bêyî fermana dadwer û bi karanîna tundiyê ji aliyê hêzên îstîxbarata Artêşa Pasdaran ya Îranê ve li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin.   Her wisa hate eşkerekirin ku ev 47 welatiye li bajarên Mihabad, Kirmaşan, Kamyaran, Merîwan, Şino, Bokan, Miyandaw, Ûrmiye, Serdeşt, Nexede û Sineyê hatine binçavkirin. Du zarokên di bin 18 salî de, ku yek ji wan keçe, jî di nav binçavkiriyan de ne.   Her wisa hate gotin ku heta niha di derbarê aqûbeta van 47 welatiyan de tu agahî tune ne.