Dayikên tevli şînê bûn: Em bi şehîdên xwe serbilind in 2026-08-25 15:56:41   Rabia Önver    COLEMÊRG - Dayikên ku li Geverê  tevli şîna kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bûn, gotin, "Em bi şehîdên xwe serbilind in"  û xwestin ku ji bo pêşvebirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gavên berbiçav werin avêtin.   Ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de di dem û deverên cuda yên dîrokî de jiyana xwe ji dest dane, şîn bi pêşengiya MEBYA-DER'ê li navçeya Gever a Colemêrgê hatiye danîn, berdewam dike.   Li Hola Dawetê ya Çayir, ku şîn lê hatiye danîn, pankartên bi nivîsa "Şehîd namirin" û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Bi hezaran kes beşdarî şînê dibin, pir caran dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Rêber Apo" diqîrin.   Dayikên ku ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane li hev civiyan, derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandin kirin. Dayikan diyar kirin ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê gavên berbiçav werin avêtin û peyama, "Em bi şehîdên xwe serbilind in. Em ê têkoşîna wan bidomînin."