Xanê Karasu li Çanakkaleyê hat bibîranîn 2026-08-08 21:57:44   ÇANAKKALE – Xanê Karasu  ku 3’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da, li Çanakaleyê şîna wê hat danîn. Malbat û xizmên wê seranserê rojê sersaxî qebûl kirin.   Dayika Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, Xanê Karasu ya 94 salî di 3’ê tebaxê de li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Onsekîz Mart a Çanakkaleyê jiyana xwe ji dest da.   Ji bo Xanê Karasu li Tesîsên Civakî û Çandê ya Ahmedê Xanî ya taxa Esenler a Çanakkaleyê şîn hat danîn.   Malbat û xizmên wê seranserê rojê sersaxî qebûl kirin.