‘Bêcezatî cesartê dide çareserî rêxistinbûn e’ 2026-08-06 09:03:41   Elfazî Toral    STENBOL - Endama Komeleya Dema Jinê tundiya li hember jinan, polîtîkayên bêcezahiştin û qelsiya mekanîzmayên parastinê nirxand û da zanîn ku bi mezinkirina piştevanî, rêxistin û parastina cewherî dikare pêşî li vê rewşê bê girtin.   Tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Mekanîzmayên parastinê tenê li ser kaxizan dimînin û polîtîkayên bêcezahiştinê jî tundiyê mezin dikin. Jinên tundiyê dibînin jî baweriya wan bi edalet û mekanîzmayên parastinê namîne.   Endama Komeleya Dema Jinê Sevgî Demîr, da zanîn ku tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe û mekanîzmayên parastinê jî qels dimînin. Sevgî Demîr balkişandser girîngiya parastina cewherî û rêxistibûnê û wiha berdewam kir: “Bûyerên tundiyê û qetilkirinên jinan gihiştine astek jor. Bêguman pêşîgirtina vê her tim ne hêsan e. Ji ber ku polîtîkayên dewletê astengiya herî mezin a li pêş têkoşînê ne.”   Sevgî Demîr bi lêv kir ku pêknehatina qanûna hejmar 6284 û astengiyên ku dewlet diafirîne, peymanên hatine feshkirin dibin sedema ku ewlehiya jinan ji destê wan tê girtinê. Sevgî Demîr got dema qanûna 6284 bi bandor pêk bê wê jin xwe ewle hîs bikin û gumanbar jî bên cezakirin.   ‘Bêcezahiştin cesaretê dide gumanbaran’   Sevgî Demîr di berdewamiya nirxandina xwe de wiha anî ziman: “Çareseriya li dijî êrîşan piştevanî û têkoşîna rêxistinkiî ye. Jin her tim dakevin kolanên û bi piştevaniyê têbikoşin wê  ji hev hêzê bigirin. Bi têkoşîn û berxwedanê dikare pêşî li vê rewşê bê girtin. Xwenegîhandina mekanîzmayên dewletê û qelsiya mekanîzmayan yek ji pirsgirêka herî mezin e. Jinên Kurd yên tundiyê dibînin, diçin qerekolê nikarin xwe îfade bikin û wan dişînin malê. Jin serî li mekanîzmayan didin lê encamekê nagirin, astengiyan dibînin.”   Li dijî tundiyê modela perwerdehiyê   Sevgî Demîr  anî ziman ku divê li dijî tundiyê modeleke perwerdehiyê ya wekheviya zayenda civakî esas digire pêk bê û  wiha bi lêv kir: “Wekwehviya zayenda civakî li mal, dibistan û kolanan girînge. divê jin xwe rêxistin bikin, bên gel hev û ji hev hêzê bigirin.”   Jin daxwazên xwe naynin ziman   Sevgî Demîr di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Em wek Komeleya Dema Jinê têkoşîn û piştevaniyê mezin dikin. Di xebatên me de pirzimanî heye. Em li metropolan bi jinên ku nikarin xwe bi zimanê xwe îfade bikin re dixebitin. Jinên Kurd nikarin xwe îfade bikin. Bi taybet pirsgirêka girîng ji bo jinên kurd astengiya ziman e. Bêguman ev ji bo jinên ji gelên din jî wisa ye.”   Zimanê çapemeniyê tundiyê gur dike   Sevgî Demîr bertek nîşanê zimanê serdest ê di çapemeniya alîgir de tê bikaranîn da û wiha berdewam kir: “Divê çapemenî dest ji gotinên ku jinan sûcdar dike berde. Çapemenî zimanekî ku gumanbaran diparêze û jinan teşhîr dike bi kar tîne. Em her çiqas pêşî li vê bigirin jî çapemenî zimanê rast bi kar nayne. Berovajî vê jinan sûcdar dikin.Di vê pêvajoya aştiyê de divê em piştevaniya xwe bi jinan re xurt bikin. Divê em hîn bêtir bibin yek, bên gel hev û qadên têkoşînê mezin bikin.”