Li girtîgehên Îranê mafên jinan tên binpêkirin 2026-08-05 14:59:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê kiryarên xwe yên zordar ên li dijî jinên girtî berdewam dike. Li girtîgeha Qerçekê 130 jinên girtî ji mafên xwe yê meşîn û derketina hola werzîşê têne bêpar hiştin û neçar hatine kirin ku xwarina kalîteya wê kêm li girtîgehê bixwin.   Rêxistina Dengê Binçavkiriyên Îranê li ser rewşa girtiyên jin raporek belav kir. Li gorî raporê, girtiyên siyasî yên jin li beşa heştê ya girtîgeha Qereçekê Weramîn (bi nasnav ‘benda asayîşê’), rûbirûyî pêleke sînordarkirinên berfireh bûne.   Di raporê de hate diyarkirin ku nêzîkî 130 jinên girtî di çar odeyên vê girtîgehê de tên ragirtin. Ev jin ji mafê meşîna li hewşa girtîgehê, derketina hola werzişê û çêkirina xwarinê bêpar hatine kirin.   Hate ragihandin ku girtî neçar bûne xwarina kêmkalîte ya girtîgehê bixwin, her wiha çûna destşoyê tenê bi rênîşandana hêzên hundirê girtîgehê destûr pê tê dayîn û peywendiya telefonî ya bi malbatê re jî ji bo 10 xulekan hatiye kêmkirin.   Hêjayî gotinê ye ku reftar wekî binpêkirina eşkere ya pîvanên navdewletî yên ji bo rûbirûbûna li gel girtiyan tên pejirandin.