Encama polîtîka bêcezahiştinê:Qetilkirinên veguherîne qirkirina jinan 2026-07-29 09:02:28    AMED- Parêzeran mirinên bi guman û qetilkirinên jinan ku roj bi roj zêde dibin û her wiha polîtîkayên bêcezahiştinê nirxandin û gotin: “Kesên têkiliyên wan yên peyabilind an jî  burokratîk hene dema navê wan di lêpirsînan de derbas dibe, di mijara tunekirina delîlan de hemû derfetên dewletê bikar tînin. Tiştên tên jiyîn veguherîne qirkirina jinê. Dewlet naxwaze pêşiya vê bigire.”   Qetilirinên jinan roj bi roj bi polîtîkaya bêcezahiştinê ya zîhniyeta serdest ya mêr giran dibe. Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê  29 jin hatine qetilkirin, 14 jin û 2 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane. Tevî van daneyan dewlet li şûna polîtîkayên ku pêşî li qetilkirina jinan bigire, polîtîkayên malbatê yên jinan hepsê nav tundiyê dike pêk tîne. Parêzer Evîn Korkmaz Ekîncî û seroka komîsyona mafê jin û zarokan a Baroya Dêrsîmê Reyhan Helîn Bulut der barê mijarê de axivîn.   ‘Divê mafê jiyanê li pişt daxistina tahrîka bêmaf nemîne’   Evîn Korkmaz Ekîncî da zanîn ku vê mehê ji 40’î zêdetir jin hatine qetilkirin û wiha got: “Aboriya jinan tuneye, di malê de dixebitin lê keda wan nayê dîtin. Ji ber aboriya jinan tuneye, hepsê nav tundiyê tên kirin. Dema jin tundiyê dibîne jî bi mekanîzmaya ku serî lê bide jî bawer nake. Li hawira ku tundiyê dibîne neçar dimîn bimîne û mafê jiyanê ji dest tê girtin. Ji ber bawerî bi darazê tuneye, naxwazin serlêdanê jî bikin. Pêkanîna daxistina tahrîka bêmaf a darazê heye. Em vê qebûl nakin. Divê pêkanîn tunebe ji ber mafê jiyanê hîn girîngtir e. Divê mafê jiyanê li pişt daxistina tahrîka bêmaf nemîne. Divê dewlet qetilkirina jinan ji nedîtîve neyê û berovajê vê hukmên parastinê pêk bîne. Armanca me ev e ku bêyî daxistin ceza bên dayîn.”   ‘Tiştên tên jiyîn qirkirina jinê ye’   Evîn Korkmaz Ekîncî destnîşan kir ku jin ji aliyê hevjîn, malbatê ve tên qetilkirin û wiha dirêjî dayê: “Newekheviya civakî dibe sedema zêdebûna qetilkirina jinan.Tiştên tên jiyîn veguheriye qirkirina jinan. Dewlet naxwaze pêşiya tiştên tên jiyîn bigire. Divê sala malbatê ji jinên li malê ne re bê vegotin. Jin xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Dema wisa me mirov nikarin behsa malbatê bikin."   Gumanbar tên parastin   Seroka komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Dêrsîmê Reyhan Helîn Bulut jî destnîşan kir ku gumanbar ji aliyê dewletê ve tên parastin û bi bêcezahiştinê tên xelatkirin. Reyhan Helîn Bulut ev tişt anî ziman: “Kesên têkiliyên wan yên payebilind an jî burokratîk hene, di rewşên ku navê wan derbas dibe de hemû derfetên dewletê ji bo tunekirina delîlan bi kar tînin. Emniyet, cenderme, rektor dikin bin bandora xwe û me di dosyaya Gulîstan Dolu de ev dît. Dewleta ku bixwaze dikare di rojekê de cînayetê ronî bike, kesên naxwaze dest bidê jî, berê mirovan dide cihekî din. Pergaleke darazê ya ku tedbîrên parastina jinan pêk nayne heye. Bi destê darazê polîtîkaya bêcezahiştinê tê meşandin.”