Tora Mafê Zarokan a Amedê: Polîtîkayên ku zarokan diparêzin derxin 2026-07-21 13:39:07   AMED - Tora Mafê Zarokan a Amedê, derbarê “Pêşniyara Guhertinê di Qanûna Parastina Zarokan û Hin Qanûnên Din de” daxuyaniyek da û got: "Pirsgirêk ne zarok in, polîtîkayên ku nikarin wan biparêzin in."   Tora Mafê Zarokan a Amedê, derbarê “Pêşniyara Guhertinê di Qanûna Parastina Zarokan û Hin Qanûnên Din de” li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Qanûn, ne parastina zarokan, dev ji berdana zarokan e" hat vekirin. Daxuyanî ji hêla Hevberdevka Tora Mafê Zarokan a Amedê Nesrîn Soydan ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Pêşniyara qanûnê ya bi navê 'Pêşniyara Guhertinê di Qanûna Parastina Zarokan û Hin Qanûnên Din de' ku niha li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê tê nîqaşkirin, rê li ber zêdekirina cezayan li dijî zarokan vedike. Ev rewş dibe sedem ku zarok demeke dirêjtir ji azadiya xwe bêpar bimînin û pergala dadweriya zarokan ji nêzîkatiya mafên bingehîn dûr bikeve û ber bi nêzîkatiyek zêdetir cezayî ve were kişandin.   Em wek saziyên ku di qada mafên zarokan de dixebitin û wek parêzvanên mafan, li dijî vê pêşniyarê ne. Ji ber ku pirsgirêk zarok nînin; pirsgirêk ew politiqa ne ku nikarin zarokan biparêzin. Ji ber vê yekê em wek Tora Mafên Zarokan a Amedê li Amedê, wek Înisiyatîfa Aştiyê ji bo Zarokan li Stenbolê û wek Tora Piştevaniya Mafên Zarokan a Wanê, Li Wanê bi dengekê hevpar daxuyaniya xwe dikin.   Ji ber ku zarok ne kesên ku bi sûcên xwe bên nasandin in; ew xwediyên maf in. Erkên dewletê ne ew e ku zarokan bi cezayên girantir ceza bike; erkên wê ew e ku wan ji tundiyê biparêze, mafên wan biparêze, pêşveçûna wan piştgirî bike û şert û mercên civakî yên ku rê li ber ku ew ber bi sûcê ve werin kişandin çêbike.   Em êşa xwe  û daxwaza dadweriyê ya ku piştî windabûna jiyanê an jî tundiya li ser zarokan tê kirin, parve dikin. Em naxwazin ku zarokek din jiyana xwe ji dest bide, rastî tundiyê were an jî ber bi sûcê ve were kişandin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku siyasetên ku bi rastî zarokan diparêzin bên ava kirin û ji mafên zarokan dest neyê berdan. Mafên zarokan bingehîn in ku di demên herî dijwar ên civakê de jî nikarin bên terikandin. Berfirehiya mafan nikare li gorî hestên hêrsê yên raya giştî an jî fikarên ewlehiyê were teng kirin.   Nafê zarokan zelal e   Lêkişandina zarokan ber bi sûcê ve gelek caran ne hilbijartineke kesane ye; ew encama xizaniyê, cudakariyê, îhmalê, tundiyê, kedkariya zarokan, dûrketina ji perwerdehiyê û kêmasiya mekanîzmayên parastin û pêşîlêgirtinê ye. Pergalek ku nikare zarokan biparêze, nikare kêmasiyên xwe bi cezayên girantir çareser bike. Cezayên girantir sedemên ku zarokan ber bi sûcê ve dikişînin ji holê ranakin; tenê li ser wan perdeyekê dixin.   Hiqûqa navneteweyî ya mafên zarokan zelal e. Li gorî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û standardên navneteweyî, bêparkirina zarokan ji azadiya wan tenê wek çareya dawî û ji bo demeke herî kurt dikare were sepandin. Lê ev pêşniyar mafên taybet ên zarokan lawaz dike û pergala dadweriya zarokan nêzîkî pergala cezayê ya mezinan dike. Ev nêzîkatiye, bi berpirsiyariyên navneteweyî yên Tirkiyeyê re li hev nayê.   Pêşniyara qanûnê, saziyên girtî yên cezayê ji bo zarokan berfireh dike, derbasbûna zarokan ya ji bo malên perwerdehiyê bi pîvanên nezelal ve girêdide û ji Komîteyên Rêvebirî û Çavdêriyê re desthilatdariyeke fireh dide. Ev rewş prensîbên zelaliya hiqûqî û ewlehiya hiqûqî xera dike û şertên ku zarok dikarin derbasî malên perwerdehiyê bibin ne pêşbînîbar dihêle. Bi vî awayî mafê zarokan yê ku di bin pergala infaza dadperwer û pêşbînîbar de bên nirxandin tê tune kirin. Lê parastina mafên zarokan, piştgiriya pêşveçûna wan û hêzdarkirina beşdarbûna wan di jiyana civakî de bi zêdekirina girtinê nayê peyda kirin; ev bi siyasetên civakî yên bihêz, perwerdehiyeka baş, piştgiriya psîkososyal û mekanîzmayên parastina zarokan ên bi bandor pêk tê.   Sererastkirin dikare bê kirin   Armanca dadweriya zarokan tenê bersivdana li hember kiryarekê nîne. Dadweriya zarokan armanc dike ku ji dîsa zirar dîtina zarokê pêşî bigire, berpirsiyariya zarokê piştgirî bike, mafên wî biparêze û vegera wan ya bo jiyana civakî bihêz bike. Her wiha gihîştina qurbanan bo dadweriyê jî tenê bi zêdekirina cezayan nayê peyda kirin; lê bi lêpirsîna bi bandor, piştgiriya psîkososyal, pêşîlêgirtina ji dîsa birîndarbûnê û mekanîzmayên dadweriya sererastker dikare were bê kirin.   Civakên ku mafên zarokan tê de tên parastin ne tenê ewletir in, di heman demê de dadperwertir û aştiyanetir in. Siyasetên li ser zarokan jî divê ne li ser cezadanê, lê li ser pêşîlêgirtinê, sererastkirinê, wekheviyê û hêzdarkirina jiyana hevpar ava bibin.   Dewlet nikare berpirsiyariya xwe ya parastina zarokan bi cezayên girantir biguherîne. Bedelê siyaseta ku nikare zarokan biparêze, nikare li ser milê zarokan were barkirin.   Daxwazên Me   * Pêşniyar divê were paşvekişandin; pergala dadweriya zarokan li gorî prensîba berjewendiya herî baş a zarokan û standardên navneteweyî, bi beşdariya saziyên ku di qada mafên zarokan de dixebitin, ji nû ve were amadekirin.   * Pergala parastinê ya zarokan a pêşîlêgir û parêzkar divê bihêztir bibe da ku pêşî li lêkişandina zarokan ber bi sûcê ve were girtin; ji bo perwerdehiyê, karûbarên civakî, tenduristiya derûnî û piştgiriya psîkososyal divê çavkaniyên giştî yên têr werin veqetandin.   * Bêparkirina zarokan ji azadiya wan divê tenê wek çareya dawî were bikaranîn; mekanîzmayên piştgiriya civakî û dadweriya sererastker divê berfireh bibin.   * Siyasetên giştî yên ku li dijî xizaniyê, cudakariyê, tundiyê, kedkariya zarokan û dûrketina ji perwerdehiyê têkoşîn dikin divê bihêztir bibin.   * Di amadekirina hemû rêzikname û qanûnên li ser pergala dadweriya zarokan de mafê beşdarbûna zarokan divê were temenatkirin û nêrînên pisporan, rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl divê bingeh werin girtin.   Biryara ku îro wê were dayîn tenê pergala dadweriya zarokan diyar nake; di heman demê de wê diyar bike ku em ê çawa civakekê de bi hev re bijîn.   Zarok tenê di civakekê de dikarin pêşve biçin ku mafên wan tê de tên parastin, cudakari bê redkirin, tundjî bê pêşîgirtin û jiyana aştiyane ya hevpar bê hêzkirin. Erkên dadweriya zarokan ne mezinkirina cezadanê ye; lê bihêzkirina jiyanê, hêviyê û jiyana hevpar e.   Ji darizandina wek mezinan re NA!   Ji barkirina bedela pergala ku nikare zarokan biparêze û barê bavêje li ser milê zarokan re NA!   Ji destberdana dewletê ya ji berpirsiyariya parastina zarokan re NA!   Tu zarokek nabe ku bedela xizaniyê, cudakariyê, tundiyê, îhmalê an jî berpirsiyariyên giştî yên ku ne bi cih hatine bi cezayên girantir bide.   Ji zarokan dest bernedin. Ji mafên zarokan dest bernedin. Pêşniyarê paşve bikişînin!"