Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn 2026-06-24 15:11:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvana mafên mirovan a Belûc Mehrang Belûc û sê aktîvîstên Belûc bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hatin cezakirin.   Dadgehe taybet a li Belûcistanê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li yek ji kesayetên sereke ya Komîteya Piştevaniya Belûc û aktîvîsta mafên mirovan û 3 aktîvîstên Belûc birî.   Hate ragihandin ku biryar di çarçoveya doza têkildarî çalakiyeke komî ya bi navê 'Raji Machi' ya li bajarê Gwadarê hatiye birîn.   Li gorî nûçeyên têkildarî mijarê, dadgehê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li Mehrang Belûc, Serokê Rêxistina Xwendekarên Belûc Baloch qadir, ji rêveberên rêxistinê Abubakar Kalanchi û ji Komîteya Piştevaniya Belûc Sibghatullah Shah Omari biriye.   Doz bi hinceta ewlekariyê li dadgeheke taybet a li nava Girtîgeha Quettayê pêk hat.   Ji ber ku rûniştin bi rengekî girtî hate kirin û li girtîgehê pêk hat, şefafî û serbixwebûna pêvajoya dadgeriyê bû cihê rexneyan.