‘Têkoşîna aştî û azadiyê wê bidome’ 2026-06-17 20:43:08   ENQERE - Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Denîz Poyraz di 5’emîn salvegera kuştina de li Enqereyê hat bîranîn.   Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê, endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Denîz Poyraz a ku di 17’ê hezîrana 2021’an êrişa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû kuştin bi bîr anî. Bernameya bîranînê li eywana Denîz Poyraz a avahiya DEM Partiyê ya Enqereyê hat li darxistin. Endamên DEM Partiyê yên Enqereyê û endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê tevlî bîranîne bûn.   Bîranîn ji bo cangoriyên aştî û azadiyê bi rêzgirtinê ve destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevizyona qala jiyan û têkoşîna Denîz Poyraz dike hat temaşekirin. Pişt sînevizyonê endamên tevlî bîranînê bûn li ser têkoşîn û bîranîna Denîz Poyraz axivîn.   ‘Em ê ji bo bûyerên bi vî awayî neqewimin pêvajoyê ser bixin’   Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Yilmaz Yildirimci di bîranînê de axivî û diyar kir ku ji bo bûyerên bi vî rengî neqewimin dê pêvajoyê bi ser bixin û got: “Denîz Poyraz ji aliyê dewleta tarî ve hat kuştin. Kuştina wê weke kuştina bi hezaran kesên ne diyar hat hiştin. Ew zihniyet di şexsê Denîz Poyraz de hemû gelê Kurd hedef girt. Em ê bersiva vê bi têkoşina xwe bidin. Em ê ji bo ku jinên weke Denîz Poyraz neyên kuştin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bidomînin. Em ê xwedî li bîranînên wê û têkoşina wê derkevin. Ji bo ku tiştên ji vî awayî pêk neyên em ê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixin.”