Li Eskîşehîrê 6 xwendekar hatin girtin 2026-06-16 22:19:47   ESKÎŞEHÎR - Li Eskîşehîrê di serdegirtina de 9 xwendekarên sosyalîst hatibûn binçavkirin û ji van 6 heb hatin girtin.   Li Eskîşehîrê di 13’ê hezîranê de li hember xwendekarên sosyalîst operasyon pêk hat û 9 heb hatin binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê xwendekar sewqî Dadgeriya Ceza Sulh a Nobedar hat kirin.   Der barê 6 xwendekaran de biryara girtinê hat dayîn û der barê 3 heban de biryara tedbîra bi kontrol hat dayîn.   Kesên hatin girtin wihane:   “Endamên Yekitiya Xwendekarên Şoreşger (DOB) Rojhat Demirdoken, Îlknur Saglam û Yagmur Tokca, endama Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Bensu Ozkan, Rumeysa Batiran û Poyraz Aksu."