Ji Asya Ashtarî ya Îranî agahî nayê girtin 2026-06-03 22:06:37   STENBOL - Hate diyarkirin ku Asya Ashtarî ya Îranî, ku ji otela lê diman a li Beyogluyê veqetiya şûnde agahî nayê girtin.   Derket holê ku Asya Ashtarî ya Îranî ku li oteleke li taxa Taksîm a Beyoglu dima, di sibeha 24’ê Gulanê de ji otelê veqetiyaye û carek din agahî jê nehatiye girtin.   Hevalên Asya Ashtarî li ser hesabên çapemeniya civakî daxuyanî dan û gotin: “Asya Ashtarî ya Îranî sibeha 24’ê Gualên ji otel ali Taksîmê ya StenboLê saet di 06.10’an de derketiye û ji wê saetê şûnde agahî jê nehatiye girtin.”