Pêngava ‘Sêşema na ji darvekirinê re: Girtî di bin zexta darvekirinê de ne 2026-06-02 11:33:22   NAVENDA NÛÇEYAN -Pêngava ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ragihand ku Wezareta Îstîxbarata Îranê bi rêya gefan, malbatên girtiyên siyasî neçarî bêdengeyê dike. Herwihat hişyarî da ku metirsiya darvekirinê li ser jiyana şeş girtiyên siyasî heye.   Pêngava ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya xwe ya 123’yan de, li dijî cezayê darvekirinê yê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek belav kir.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojiya birçîbûnê ya li 56 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li dijî cezayê darvekirinê berdewam dike. Hat destnîşankirin ku rejîma Îranê ji bo rêgirtina li teqîna hêrsha gel a ji ber xerabiya rewşa aborî, berê xwe daye bêdengkirin û darvekirina welatiyan.   Hat ragihandin ku vê hefteyê du girtiyên siyasî yên xwepêşandanên demên dawî yên gelên Îranê yên bi navên Eşkan Malikî û Mîhrdad Mihemmedîniya di girtîgeha Qizilhîsarê de hatine darvekirin.   Metirsiya darvekirinê li ser 6 girtiyên siyasî heye   Di heman daxuyaniyê de behsa zextên dewletê hate kirin û hate gotin kir ku Wezareta Îstîxbaratê bi rêya gef û tirsandinê malbatên girtiyên siyasî neçarî bêdengeyê dike û hate gotin; ‘‘Ev zext di demekê de ne ku cezayê darvekirinê yê girtiyên siyasî Zara Teberî, Reûf Maorûfî, Mihemmed Ferecî, Binyamîn Neqdî û du birayên bi navên Hesen û Husên Emîrî hatine pejirandin û metirsiya bicihanîna cezayê wan heye.’’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dema borî de du welatiyên Kurd ên Yarsan yên bi navên Mucteba û Meysam Weysî di dema êrîşên Pasdaran de li cihê mana xwe hatine kuştin. Herwiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku ji bo dijî darvekirinan bi lez dengê xwe bilind bikin.   Girtîgehên wekî Evîn, Qizilhîsar, Kerec, Şîraz, Meşhed û piraniya girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî Sine û Urmiyeyê beşdarî rojiya birçîbûnê ya giştî bûne.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêngava ‘Sêşeman na ji darvekirinê re’ di 9’ê Çileya 2023’yan de wekî berteyek li dijî darvekirina girtiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, endamên vê pêngavê her roja sêşemê dest bi rojiya birçîbûnê dikin.