Girtiya siyasî Sepîdeh Qilyan hat berdan 2026-05-30 21:56:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana sivîl û girtiya siyasî Sepîdeh Qilyan, piştî şeş meh cezayê girtîgehê, îro ji girtîgeha Wekîlabadê ya Meşhedê hat berdan. Piştî berdanê yekser serdana gora Xusro Elîkurdî kir.   Li gorî raporên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine weşandin, çalakvana sivîl û girtiya siyasî Sepîdeh Qilyan ji girtîgeha Wekîlabadê ya li bajarê Meşhedê hat berdan.   ‘Li girtîgeha Wekîlabadî ya Meşhedê hat girtin’   Sepîdeh Qilyan di 11’ê Berçileya sala 2018’an de, di salvegera 7’emîn a mirina Xusro Elîkurdî de li mizgefta Xedîr ya li bajarê Meşhedê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin. Her wiha ew birin yek ji navandên binçavkirinê yên Îstixbaratê. Piştî ku nêzî du mehan li navenda binçavkirinê ya ewlehiyê hat ragirtin, ew veguheztin girtîgeha Wekîlabadê ya li bajarê Meşhedê.   ‘5 sal cezayê girtîgehê ya taloqkirî lê hat birîn’   Sepîdeh Qilyan di Çileya sala borî de li şaxa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê hate darizandin û paşê bi tohmetên “kombûn û hevkariya ji bo kirina sûcên li dijî ewlehiya navxweyî û derve” û “propagandaya li dijî pergalê” 5 sal cezayê girtîgehê yê taloqkirî û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.   ‘Girtiyeke siyasî bi nav û deng e’   Sepîdeh Qilyan berê jî gelek caran ji ber çalakiyên xwe yên sivîl û siyasî hatiye girtin û cezakirin. Sepîdeh Qilyan girtiyeke siyasî û sivîl li Îranê bi nav û deng e.   ‘Ji girtîgehê yekser çû ser gora Xusro Elîkurdî’   Piştî ku ew ji girtîgehê hat berdan bi çend seatan li ser rûpela xwe ya Platforam Instagramê ragihand ku ew “rasterast ji girtîgehê” çûye ser gora Xusro Elîkurdî. Di peyamê de wê rewşa xwe ya civakî bi çarenûsa Sîzîf ku ew kesayetek mîtolojîk ku mehkûmî hilgirtina kevirê giran a herheyî bûye, şiband. Sepîdeh wiha nivîsand: “Ez ji girtîgehê rasterast çûm ser gora Xusro Elîkurdî. Ez bi awayekî ecêb mîna Sîzîf hîs dikim, ku ji hêla xwedayan ve mehkûmî hilgirtina kevirê li ser girêkî hatiye kirin... Barê giran ê hilgirtina rastiyê, hemî perçeyên rastiyê, perçe bi perçe, hildigirim.”   ‘Divê girtiyên jin neyên jibîrkirin’   Sepîdeh behsa girtiyên jin kir û tekez kir ku tevî azadiya xwe jî, dilê wê bi jinên ku hê jî girtî ne re maye û divê ew neyên jibîrkirin.