Cenazeyê Mekiye Akyel neyê dîtin wê gumanbar bên berdan 2026-05-28 09:06:54   Rojîn Abay   STENBOL - Li Sêrtê jina bi navê Mekiye Akyel winda bû û agahî jê nehat girtin. Xwişka wê Halîme Pîlgir da zanîn ku xwişka wê Mekiye Akyel ji aliyê mêrê dest jê berdaye Îsa Guç, xizmên wî Îhsan Guç, Huseyîn Guç ve hatiye qetilkirin û ji ber cenaze nehatiye dîtin rîska ku gumanbar bên berdan heye.   Di 17’ê Cotmeha 2024’an de li gundê Karakaya yê navçeya Baykan a Sêrtê jina bi navê Mekiye Akyel winda bû û hîna jî agahî jê nayê girtin. Xwişka Mekiye Akyel, Halîme Pîlgîr îdia kir ku xwişka wê ji aliyê mêrê dest jê berdaye Îsa Guç, xizmên wî Îhsan Guç, Huseyîn Guç ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna hat vekirin de, 2 sal piştî windabûna wê di 23’yê Sibata 2026’an de gumanbar Îsa Guç, Îhsan Guç û Huseyîn Guç ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ hatin girtin. Lê ji ber cenaze nehatiye dîtin îhtîmala ku gumanbar bên berdan heye.   Parêzerên dosyayê diyar kirin ku der barê ku Melîke Pîlgir bi îşkenceyê hatiye qetilkirin, peyam ji xwişka wê Halîme Pîlgir re hatiye şandin û îfadeyên şahidên nexwestin navê xwe bidin jî di vî alî de ye. Parêzeran da zanîn ku ji ber biryara veşartinê li ser dosyayê ye nikarin der barê naveroka dosyayê de agahî bidin û ji ber cenaze nayê dîtin rîska ku gumanbar bên berdan heye.   ‘Cenazeyê Mekiye Akyel li ku derê ye?’   Xwişka Melîke Akyel Halîme Pîlgîr ji ajansa me re axivî. Halîme Pîlgir ji bo dîtina cenazeyê û ronîkirina aqûbeta xwişka xwe bang kir û got: “Tevî evqas dem derbas bûye lêpirsîn temam nebûye. Yekane daxwaza me dîtina cenazeyê xwişka min e.”   Agahî jê nayê girtin   Halîme Pîlgîr wiha anî ziman: “Demeke dirêj e em ji xwişka min agahiyê nagirin. Ne telefonek, ne tiştekî din. Min serî li bernameyên televîzyonê da. Hinek şahid dibêjin hatiye qetilkirin û cenaze hatiye tunekirin. Şahidekî got bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Divê ev hemû bên ronîkirin. Di çarçoveya lêprisînê de di qeydên HTS û îstasyona bazê de, telefonên Huseyîn, Îhsan û Îsa Guç sînyalên wê li cihê ku Mekiye lê ye dida. Li gorî qeydan sînyala telefona Mekiyeyê tê birîn û telefonên gumanbaran sînyalê didin. Ev di dosyayê de cih digirin. îfadeyên gumanbaran yên bi nakok bi qeydên HTS’ê re li hev nekirin. Mekiye di pêvajoya zewacê de her tim tundiya sîstematîk dît. Ji ber tundiyê dest jê berda. Li stargehê bicih bû. Rojên zehmet jiya. Malbata Guç ew tehdîd dikir. Li wê herêmê mirinên bi guman yên jinan yên din jî hatin jiyîn. Lê ji ber lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin qetilkirin jî nehatin ronîkirin.”   Ji bo hemû jinên hatine qetilkirin bang   Halîme Pîlgîr wiha got: “Ne tenê ji bo xwişka xwe ji bo hemû jinên ku winda bûne, jiyana xwe ji dest dane edaletê dixwazim. Bila aqûbeta van jinan bên ronîkirin.”   Der barê bûyerê de lêpirsîn didome.