Li gelek bajaran serdanên goristanan hatin kirin 2026-05-26 17:43:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi munasebeta Cejna Qurbanê serdanên goristanan hatin kirin, dua hatin xwendin û soza xwedîderketina li têkoşîna wan hat dayîn.   Bi munasebeta Cejna Qurbanê li gelek bajaran serdanên goristanan hatin kirin. Welatiyan gorên kesên ku di demên cuda de di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û yên xizmên xwe yên wefat kirine ziyaret kirin.   Riha   Komeleya Alîkarî û Pişgiriya bi Malbatên ku Xizmên xwe di Dergûşa Şaristanî de Windakirine re (MEBYA-DER) a Şaxa Rihayê, bi munasebeta Cejna Qurbanê gorên kesên ku di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Hevseroka MEBYA-DER’ê Makbule Yavuzer diyar kir ku ew ê xwedî li bîranînên şehîdan derkevin.   Piştî axaftinê goristan hatin ziyaretkirin û dua hatin kirin.   Semsûr   Bi pêşengiya Nûnertiya MEBYA-DER’ê ya Semsûrê serdana goristanê hat kirin. Rêveberên Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Semsûrê û gelek welatî tevli serdanê bûn. Di serdana ku ji bo Goristana Karapinarê ya li navendê hat kirin de, li ser gorên kesên ku di demên cuda de di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane duayan hatin kirin.   Her wiha gorên kesên ku di erdheja 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin ziyaretkirin.   Edene   Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Pişgiriya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Deryaya Spî Windakirine re (AKKAY-DER) bi munasebeta Cejna Qurbanê, li navçeyên Seyhan, Çukurova, Ceyhan û Yuregîrê goristanên Kuçukoba, Asrî, Kabasakal, Buruk, Akkapi, Ceyhan Asrî û Mutlu hatin ziyaretkirin. Di serdanan de gul danîn ser goran û dua hatin kirin.   'Em xwedî li têkoşîna wan dertên’   Goristana Akkapi ya li navçeya Seyhanê hat ziyaretkirin û dua hatin kirin. Di serdanê de girseyê rêz girt û gelek caran dirûşma "Şehîd namirin" berz kir. Di axaftinên ku hatin kirin de hat diyarkirin ku ew ê xwedî li têkoşîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane derkevin û ji bo aştiyek bi rûmet bê vî welatî dê têbikoşin.   Mersîn   Bi pêşengiya Şaxa MEBYA-DER’ê ya Mersînê jî serdana goristanê hat kirin. Di serdana ku ji bo Goristana Guneykentê hat kirin de duayan hatin kirin. Piştre gulên sor danîn ser goran.