KNK’ê têkildarê salvegera damezrandina xwe banga yekitiyê dubare kir 2026-05-23 11:10:27   NAVENDA NÛÇEYAN - KNK, bi wesîleya 27’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyanî da û banga xurtkirina yekitiya neteweyî û kombûna hemû hêzên Kurd li ser bingehek hevpar kir.   Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 27’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Daxuyaniya Konseya Rêvebir a KNK’ê bi vî rengî ye:   “27 sal beriya niha di Gulana 1999’an de li welatê Hollanda li bajarê Amsterdamê, bi beşdarbûna gelek mêhvan û dostên Kurdan, nûnerên gelên Kurdistanê, di huzûra cîhanê de kombûn û damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ragihandin.    Ew roj rojekî dîrokî bû, cara yekem bû ewqas nûnerên partî, rêxistin, sazî û pêkhateyên Kurdistanî û ji hemû pîşeyan kesayetên serbixwe yên Kurdistanê, dihatin ba hev û dezgeheke neteweyî avadikirin. Di xebata yekîtiya neteweyî de, di vê astê de gava yekem bû û di dîroka Kurdistanê de mînakekî weke vê nîne. Lewma jî ev roj bû dîrok û bû rojekî pîroz.    Yekîtîya neteweyî ya Kurdan, serê sedan salane bûye xwestinek mezin, bûye xewn û xeyala şairan, nivîskaran, xebatkaran, serok û rêberan. Şair û nivîskarê mezin Ehmedê Xanî 332 sal beriya niha vê xeyala xwe bi vî rengî dinivîse:     "Ger dê hebûya me tifaqek    Vêkra kiriba me inqiyadek    Tekmîl dikir me dîn û dewlet    Tehsîl dikir me ilm û hikmet"    Her wiha Hacî Qadir ê Kûyî ku weke Ehmedê Xanîyê duyem tê navkirin, 140 sal beriya niha, wiha dewam dike:    "Lem beyne ittifaqî peyda biken be merdî    Şerteke bo hemû temam e    Ew şerte be kullî îttîfaq e"    Gelek serok û rêberan jî xwestine yekîtîya neteweyî avabikin, lê mixabin serneketine. Avakirina KNK’ê berdewama karên wan hemûya ye, avakirina KNK’ê pêkanîna wesiyet û xewnên wan e.    KNK’ê, ji roja avabûnê pê ve xebata xwe ya pêkînana tifaqa mezin ya neteweyî û niştimanî dike. KNK’ê wekî dezgehekî neteweyî û niştimanî di van 27 salan da gelek xebatên girîng pêk anîn. Bîr û hizra yekîtiya navxweyî hate bilind kirin. Diyaloga navxweyî hate xurt kirin. Di warê dîplomasiya navxweyî û derve de gavên girîng hatin avêtin. KNK’ê bi kar û xebata xwe ya salan, di navbera Kurd û Kurdistanîyan de taybetmendiyeke pozîtîf ava kir. Her kom û kombûna KNK’ê, bû şêwreke neteweyî û niştimanî. Di warê têkilîyên navxweyî de huqûqek hate temîn kirin...    Bi îlana Cejna Zimanê Kurdî re KNK’ê tradisyoneke mezin da dest pê kirin ku îro bûye cejneke seranserî û neteweyî li Kurdistanê û meydanên dîasporayê û her sal tê pîroz kirin.     Bi beyana Belgeya Stratejîk ve di têkilî û pozisyonên dînamîkên Kurdistanê de normên hiqûqî û ehlaqî hatin destnîşan kirin ku herkes rîayet bike.    Ji avabûna KNK’ê heta niha çarêk sedsal derbas bûn. KNK’ê wê hewldanên xwe yên yekkirin û xurtkirina dîplomasiya Kurdistanê, mezintir bike. KNK’ê wê hewl bide hemû hêzên parastina Kurdistanê di bin yek koordînasyonê de kom bike û xurt bike. KNK’ê wê bê navber hewlên xwe yên serxistina şoreşa Kurdistanê li hemû parçeyan xurttir bike. Her wiha KNK’ê wê bê rawestan ji bo armanca mezin ya yêkîtiya neteweyî û niştimanî dê kar û xebatên xwe berdewam bike.     KNK’ê niha di nava hewldaneke mezin de ye. Ew jî ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî, bi beşdarbûna hemû partî, rêxistin, sazî, dezgeh, kesayetên sebixwe yên Kurdistanî û hemû pêkhateyên Kurdistanê, xebata komkirina Konferanseke Neteweyî ye. Ev xebat bi lezgînî berdewa me.    KNK’ê di 27 saliya xwe de li ber ronahiya felsefeya Ehmedê Xanî, careke din bang li hemû gelê Kurdistanê dike; çi reng dibî, çi hêz dibî, bi çi bîr û bawerî û ramanê dibî, ferq nake, werin nav KNK’ê de cihê xwe bigrin. Cihê hemû Kurdistan.yan di bin sîwana KNK’ê de heye.    Di van 27 salan da hinek endam û damezrênerên KNK’ê şehîd ketin û hinekan jî jiyana xwe ji destdan. KNK’ê di şexsiyata Ismet Şerîf Wanlî, Îbrahîm Ehmed û Şehîd Denîz Bulbun de, hemû şehîdên Kurdistanê û hemû endamên KNK’ê yên jiyana xwe ji destdayî, bi dilekî germ bîr tîne û li ber bîranîna wan rêz digre.    Bi vê munasebetê em carekî din, 27 saliya damezrandina KNK’ê, li hemû gelên Kurdistanê û dostan Kurdan pîroz dikin û ji hemû hêzên neteweyî re serkeftinê dixwazin.”