KurdFM li Ewropayê dest bi weşandê dike 2026-05-14 22:02:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Projeya Radyoya KurdFM ku di bin sîwana FED-GEL de hatibû amadekirin temam bû. Rêveberiya radyoyê weşana ku wê bi sê zaravayên Kurdî di 15’ê Gulana 2026’an saet 15:15’an de destpê bike wekî "mizgîniya Cejna Zimanê Kurdî" ragihand û banga piştgiriyê kir.   Rêveberiya KurdFM bi daxuyaniyekê daxuyand ku radyo wekî projeyek Federasyona Gelên Kurd (FED-GEL) ku li Eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanya xebatê dimeşîne, hatiye amadekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di serdema dîjîtalbûn û kûrewîbûnê de, parastina ziman û çanda dayikê ji bo gelan pir girîng e û diyar kir ku dezgehên medyayê yên ku bi zimanê Kurdî weşanê dikin ji bo Kurdên li Ewropayê wekî pirek xurt di navbera dîasporayê û welat de tê dîtin.   Bi sê zaravayên Kurdî weşan   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku KurdFM wê di 15’ê Gulana 2026’an saet 15:15’an de dest bi weşanê bike. Hat destnîşankirin ku radyo wê tenê weşana muzîkê neke, di heman demê de armanc dike ku bibe dengê civaka Kurd a li dîasporayê. Weşan wê cih bide cihêreng ên hunera Kurdî û wê bernameyên bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî amade bike.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku radyo armanc dike ku bi rêya bernameyên çandî û hunerî tevkariya zimanê Kurdî bike û bi taybetî ji bo zarok û ciwanên Kurd ên li Ewropayê mezin dibin wê qada ziman, çîrok, metelok û dîroka gelê xwe ava bike.   Ziman û çanda xwe didin jiyîn   Di weşanên nûçeyan ên KurdFM’ê de wê pêşketinên hem li cîhanê û hem jî li Kurdistanê bi nêrîna civakê bişopînin û wê gihandina "nûçeyên rast û bêalî" ji esas bigire.   Radyo wê bi rêya înternetê û sepanên mobîl ji her derê cîhanê were guhdarkirin û ger di demên pêş de bigihêje temaşevanên girseyî û têrker wê bi rêya frekansên antenê weşanê bike.   Rêveberiya radyoyê daxuyaniyê de ev bang kir: "Werin em ziman û çanda xwe li welatên biyanî bi hev re bidin jiyîn û dengê Kurdî li asîmanên Ewropayê bilind bikin."