Li dijî rejîma darvekirinê yekane çareserî yekîtiya Kurd e 2026-05-13 09:04:59   Melîke Aydin   STENBOL - Jinan diyar kirin ku li dijî polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Molla ya Îranê divê yekîtiya Kurd bê xurtkirin. Her wiha jinan anî ziman ku ji bo aştî pêk bê divê şert û mercên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe siyasetê bike bên afirandin.   Jinan êrîşên darvekirinê yên Îranê yên li hember Kurd û gelê muxalîf şermezar kirin û gotin li dijî vê polîtîkayê divê Kurdên her çar parçeyê Kurdistanê bibin yek. Jinan darvekirin şemrezar kirin û her wiha balkişandin ser pêvajoya çareseriyê û gotin divê şert û mercên Abdullah Ocalan ku bikaribe siyasetê bike bên afirandin.   ‘Darvekirin sûcê mirovahiyê ye’   Gulbahar Kartaş ya DEM Partiyî da zanîn ku ew darvekirinan şermezar dike û got: “Ev polîtîkayek li hember Kurdan e. Ev pêkanîna şerîatê ye. Ev sûcê mirovahiyê ye. Berê xwe didin Kurdan. Dema dibêjin Kurd hewl didin wan bikujin, ji Kurdan ditirsin. Divê her kes dakeve kolanan.”   ‘Rejîma Molla mafan hedef digire’   Aktîvîsta mafê mirovan Gulşehîr Enîş jî daxuyakirin ku  darvekirin ji mirovahiyê derketine û got: “DYA bi Îranê re agirbestê bike jî şerê li hember Kurdan û gelên din didome.  Kurdên Îranê muxalefetek xurt afirandine û rêxistinbûnek xurtin. Kurd li her çar parçeyan hatine veqetandin. Naxwazin Kurd bibin xwedî îrade. Ji ber vê jî bi tundî bi ser Kurdan de diçin.”   ‘Divê gel bê deng nemînin’   Gulşehrî Enîş di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li cîhanê li ser navê mafê mirovan têkoşînek kêm tê meşandin û wiha pê de çû: “Li Îranê her roj mirov tên qetilkirn. Li Filîstîn, Sudanê mafê mirovan tê binpêkirin. Li Afganîstanê mafê jinan tune ye. Li dijî vê têkoşîn qels e. Bi rastî em dikarin gelek tiştî bikin. Divê em li dijî vê bêdeng nemînin.”   ‘Divê şert û mercên diyalogê bên avkakirin’   Dayika Aştiyê Melîha Gokkuş jî cezayên darvekirinê şermezar kirin û wiha domand: “Îran ji berê de dewletek faşîst bû. Li Îranê ciwanên Kurd tên qetilkirin. Ev ne mislimantiye. Dayik naxwazin kes bimirin. Çaresreî aştiye û divê Abdullah Ocalan azad bibe. Her tişt bi diyalogê tê çareserkirin. Divê şert û mercên ku Abdullah Ocalan siyasetê bikin bên avêtin. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”   ‘Yekane çareserî yekitiya Kurd e’   Behiye Akyol ya DEM Partiyî jî daxuyakirin ku Kurd ji aliyê her çar dewletan ve zilmê dibînin û wiha bertek nîşan da: “Li ser kurdan zextan dikin. Dixwazin Kurdan ji warê wan bikin. Kurd berxwe didin. Dixwazin Kurdan qir bikin. Tevî vê Kurd berxwe didin, tune nabin û zêde dibin. Tirsa wan wêrekiya Kurdane. Ji ber vê jî yekane çareserî yekitiya Kurd e.”