Li Wêranşarê ji bo Roja Dayikan çalakî 2026-05-09 16:06:25   RIHA - Li Wêranşarê ji bo Roja Dayikan bernameyek taybet hat organîzekirin û dengbêj derketin ser dikê.    Ji hêla Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê, li Wêranşarê ji bo Roja Dayikan bernameyek taybet hat organîzekirin. Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de dengbêj derketin ser dikê û klamên xwe bi dayikan re parvekirin. Her wiha di bernameyê de pankarta "Niha dema rêxistinbûnê ye" hat daliqandin.    Bername bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.