Civîna 'Têkoşîna li dijî tundiyê' hat lidarxistin 2026-04-29 09:27:56   AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê beşdarî civîna nirxandina stratejîk a derbarê “Belgeya helwestê ya têkoşîna li dijî tûndiyê ya ku xwe dispêre zayenda civakî” bû. Ev belge wekî beşek ji hewldanên berdewam ên li dijî tundiya li ser jinan hatiye amadekirin.   Şaredariya Peyasê di çarçoveya 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de, ligel gelek şaredariyên DEM Partiyê, “Belgeya helwestê ya têkoşîna li dijî tûndiyê ya ku xwe dispêre zayenda civakî” îmze kiribû. Di vê daxuyaniyê de, polîtîkayên tevdîrê û helwesta sazûmanî ya li hemberî tundiyê bi awayekî zelal hatiye diyarkirin.   Di civîna ku bi amadebûna Komeleya Polîtîkayên Wekheviya Zayendê ku li Yekîtiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûr-Rojhilat (GABB) hat lidarxistin, prensîbên cîbicîkirina belgeyê û prosedurên sazûmanî yên pêwîst hatin nîqaşkirin.   Helwesteke sazûmanî pêwîst e   Di civînê de, ku nûnerên Komeleya Polîtîkayên Wekheviya Zayendê jî amade bûn, hate teqezkirin ku ev belge ne tenê gotin an sozeke siyasî ye, lê di heman demê de rêbernameyeke pratîkî ye jî. Nîqaş li ser însiyatîfên perwerdehî û hişyarkirinê rawestiyan ku armanca wan pêşîlêgirtina tundiyê ye, her wiha li ser girîngiya girtina helwesteke sazûmanî ya zelal û sepandina mekanîzmayên bi bandor bû.   Divê ev xebat bibe mînak   Dema ku serpêhatiyên amadekirina belgeyê hatin parvekirin, beşdaran bal kişandin ser nexşerêya ku dê ji bo serkeftina vê însiyatîfê were şopandin. Wan teqez kir ku divê ev belge û xebatên ku li ser wê tên meşandin, ji bo sazî û dezgehên din ên herêmî û giştî bibin model. Armanc ew e ku di nav hemû beşên şaredariyan de asta hişyariya li dijî tundiyê were bilindkirin û bersiveke hevpar û hevgirtî were afirandin. Di dawiya civînê de hat ragihandin ku bertek û pêşniyarên derbarê qonaxên pêkanîna belgeyê dê bibin alîkar ji bo xurtkirina polîtîkayên rêveberiyên herêmî yên ku li ser maf û ewlehiya jinan disekinin.