Bêrîtan Guneş Altin: Pêvajo ji bo mafê jiyana zarokan girîng e 2026-04-23 16:23:11   ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partî Bêrîtan Guneş Altin, têkildarî cejna zarokan li Meclîsê daxuyanî da çapemeniyê û got: “Pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo zarokan garantîkirina mafê jiyanê girîngiyeke dîrokî ye.”   Hevberdevka Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş Altin, di civîna çapemeniyê ya derbarê cejna Zarokan a 23’ Nîsanê li meclîsê li darxistî de, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li dijî zarokan.   ‘Divê roja hevrûbûna bi pirsgirêkên zarokan re hebe’   Bêrîtan Guneş Altin diyar kir ku êrîşên Mereş û navçeya Sêwereg a Riha carek din neçariya  pêkanîna qada aştî û aramiyê ji bo zarokan nîşan da û wiha got: “23’ê Nîsanê ji pîrozkirinek sembolîk wêdetir, divê bibe roja rast a hevrûbûna pirsgirêkên zarokan. Bi boneya 23’ê Nîsanê, wek Komîsyona Zarokan a DEM Partî em difikirin ku divê êdî kes ji pirsên ‘Li Anatolya û Mezopotamyayê zarokbûyîn çiye?’, ‘Pirsgirêkên zarokan çine’ û ‘rêyên çareseriyê çîne?’ ne reve. Ji xwe 23’ê Nîsanê ji roja pîrozkirinê zêdetir, divê wek roja hevrûbûnê nêz bibin û eve berpirsyartiyek hiqûqî, civakî û siyasî ye.”   Ji her hêlan ve mafê zarokan tê binpêkirin   Bêrîtan Guneş Altin binpêkirinên mafan ên piralî ku zarok dijîn wiha anî ziman: “Zarok rû birûyî, kedxwariya kedê, bê kontrol, cînayetên ku xwe ji bê cezatiyê xwedî dike, xizaniya kûr dibe, destavêtinên pir alî, bi awayek sîstematîk astengkirina mafê perwerdeya zimanê dayîkê, tundiya polîs, awayên îhmal, koça bi zorê, polîtîkayên pergala edaletê ku zarokan ji zaroktiyê derdixin, di girtîgehan de îşkence û nêzîkatiyên xirab û polîtîkayên bajar a neolîberal a qadên jiyanê ji destê wan tên girtin re rûbirû dimînin . Ev tablo ne kombûn bûyerên wek tesadûf derketî, rejîma bînpêkirina maf a pergalî ya di encama tercîhên siyasî û tayîsîna rewşa pir krîziye.”    ‘Di 24-25’ê Nîsanê we ev zarok were bîra kê?’   Bêrîtan Guneş Altin wiha got: “Ya em li dijî di sekinin, ne tam çareseriya krîzê ye, rejîma vê binpêkirina mafan wek rêveberiyê tercîh dike ye. Ev nêzîkatiya ku zarokan wek kirdeya civakê qebul nake, wan tenê wek ‘gihayên pêşerojê’ bi navdikin û zarokan ji mafê wan bê par dikin, heta ku guherînek bi kok neyê, wê negihe kapasîteya çareseriya pirsgirêkên heye. Ji ber ev nêzîkatî, li ser mafê zarokan a tenê dixe rojekê de, 23’ê Nîsanê daxistine tenê pîrozkirinê, di rojên din de binpêkirinên tên jiyîn nabînin tê avêtin. Gelo di 24’ê Nîsan, 25’ê Nîsanê de wê çil zarokan were? Wê ev zarok were bîra kê? Lê tenê wek temsîlî meqamê zarokan guhertin/dewrkirina kursî, şertên jiyana rast naguhere. Ya esas ewe ku polîtîkayên ku zarokan azad dike, mafê beşdariyê nas dike, lê pêşiya mezinbûna wan vedike bixin meryetê. Ji ber roj ji bo zarok di nava azadî, wekhevî û jiyanek bi rûmet bidomînin, ji hemû pratîkên sembolîk, pêwîstiyek hê sotînere.”   ‘Armanca bingehîn a pêvajoyê, aştiya ji bo zarokan e’   Bêrîtan Guneş Altin destnîşan kir ku pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo zarok ji hilweşîna şer rizgar bibin û garantîkirina mafê wan ê jiyanê girîngiyek dîrokî ye û da zanîn ku di heman demê de pêvajo neçariya parastina jiyana zarokan digre nava xwe. Îfade kir ku aştî herî zêde mafê zarokane û wiha got: “Ji ber di destpêka beşên ku dibin hedefa rasterast a şeran, koç dikin û bê pêşeroj tên hiştin zarok tên. Ji ber vê avakirina aştiyek mayînde û bi rûmet, bersîva herî bingehîn a were dayîna zarokan e. Û berpirsyartiya me hemûya ne. Di encamê de yek ji armanca bingehîn a pêvajoya ku ser muzakerevan û rêveber wê bi rêz Ocalane ji bo zarokan pêkanîna azadî û aştiyê ye. Em wek Komîsyona Zarokan a DEM Partî, berpirsyartiya me ya bingehîn a divê pêvajoyê de, ji bo zarokan pêkanîna jiyanek bê şer, wekhev û azad e.”