Îlham Ehmed têkildarî civîna Şamê agahî dan 2026-04-20 10:40:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li ser hevdîtana bi Hikûmeta Demkî kirî de agahî dan û anî ziman ku piştî hilbijartina nûnerê Rojavayê Kurdistanê mijara destûra bingehî dê bikeve rojevê û nûnerên gelê Kurd jî dê di komîteya amadekariya destûra bingehîn de cihê xwe bigirin.   Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, derbarê naveroka civîna 15'ê Nîsanê ya li Şamê û xebatên entegrasyonê de ji ANHAyê re axivî. Îlham Ehmed destnîşan kir ku ji bo rakirina astengiyên li pêşiya pêvajoyê, hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de berdewam dikin.   Îlham Ehmed diyar kir ku yek ji mijarên sereke yên civînê pergala perwerdeyê bû. Îlham Ehmed bi bîr xist ku tevî lihevkirina 29ê Çileyê jî, pirsgirêka bawernameyên xwendekaran hîn nehatiye çareserkirin û got: “Me li hev kir ku di demek nêz de her du wezîrên perwerdeyê û wezîrê xwendina bilind ji bo danîna mekanîzmayekê serdana parêzgeha Hesekê bikin. Derbarê sîstem û zimanê xwendinê de jî wê di dema pêş de hevdîtin werin kirin û biryar werin girtin.”   Li ser mijarê Îlham Ehmed destnîşan kir ku di çarçoveya entegrasyonê de hinek gav hatine avêtin lê pêvajo giran dimeşe. Ehmed anî ziman ku di aliyê pergala îdarî de heta niha tenê di mijarên tenduristî û perwerdeyê de erkdarkirina midûriyetên parêzgehê hatiye çêkirin û midûriyetên ku hîn nehatine diyarkirin jî wê bi lezgînî bên tespîtkirin.   Li ser pergala deriyên sînor ku mijarek bingehîn a entegrasyonê ye, Îlham Ehmed bilêv kir ku mekanîzmaya rêvebirina deriyê Sêmalka û deriyên din hatiye avakirin. Ehmed diyar kir ku di çarçoveya lihevkirinê de, karmendên ku berê bi navê Rêveberiya Xweser kar dikirin, niha li ser bingeha entegrasyonê xebatên xwe didomînin.   Îlham Ehmed bal kişand ser pirsgirêkên ku di milê pêkanîna mekanîzmayê de derketine û ev agahî dan: “Berpirsên hinek midûriyetên ku piştî rûxandina rejîma Esed ji aliyê hikûmeta demkî ve hatine erkdarkirin, dibin sedema nakokiyan. Pêwîst e di erkdarkirina berpirsyaran de lihevkirinek hebe û tecrubeya Rêveberiya Xweser a di vî warî de li ber çavan bê girtin. Guhertin divê li ser bingeha pisporî û temsîliyeta hemû pêkhateyên herêmê bin.   Têkildarî mijara YPJê jî Îlham Ehmed diyar kir ku mijara temsîliyet û îradeya jinan hîn jî pirsgirêk e û wiha axivî: “Di Rêveberiya Xweser de hejmareke zêde ya jinan kar dimeşand. Heta niha midûrên perwerde û tenduristiyê hatine erkdarkirin, lê her du jî mêr in. Lewma divê tevlîkirina jinan wekî xisûsiyeteke girîng li ber çavan bê girtin.”   Îlham Ehmed her wiha bal kişand ser mijara YPJ'ê û wiha dom kir: “Her çiqasî encamek nû derneketibe jî, fermîkirina YPJ'ê hîn di rojevê de ye. Ev nîqaş wê heta pêkanîna lihevkirinekê dewam bike.”   Girêdayî amadekirina destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê jî Îlham Ehmed da zanîn ku piştî diyarkirina nûnerên Rojavayê Kurdistanê yên ji bo parlamentoyê, meseleya destûrê wê bi cidî bikeve rojevê. Îlham Ehmed di dawiya nirxandinên xwe de wiha got: “Kurd şirîkên esasî yên avakirina vî welatî ne û wê di komîteya nivîsandina destûra nû de cih bigirin. Her wiha em hewl didin ku di zûtirîn demê de hemû girtî werin berdan.”