Jinan ji bo Gulistan Doku bang kir: Bila hemû kujer bên darizandin 2026-04-17 14:49:36   ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê tekildarî geşedanên dawî yên di dosyaya Gulîstan Doku li ber Wezareta Dadê daxuyanî dan û xwestin hemû bersûc bên cezakirin.   Platforma Jinan a Enqereyê, tekildarî geşedanên dawî yên di dosyaya Gulîstan Doku li ber Wezareta Dadê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Kesên faîl parastin hesabê bidin! Çi bi Gulîstanê hat?” dinivisî hat rakirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama platformê Cemre Dogrû ve hat xwendin.   Cemre Dogrû bi lêv kir ku lêpirsîna hatiyê destpêkirin têr nakê û wiha axivî: “Em li vir dibêjin berpirsê sereke yê vê bûyerê waliyê wê demê Tûncay Sonel e. Di dosyayê de 13 kes hatin binçavkirin û 2 kesên ku kar û barên wergirtina îfadeya wan a Edliyeyê xelas bû hatin girtin. Ev encama berxwedanê ye. Lê heta hemû kesên ku di dosyayê de navên wan hene neyên cezakirin edalet pêk nayê. Em li vir careke din dibêjin; Divê hemû bersûc bên girtin û dosya bê ronî kirin. Em ê hemû kesên ku dixwazin faîlan biparêzin îfşa bikin. Akin Gurlek ku nûnerê daraza rejîma sarayeyê parçeyekî vê sarayeyê.”   Daxwaz   Cemre Dogrû daxwazên jinan wiha rêz kirin:   "*Divê delîlên nû bi awayekî tîtîz bên lêkolînkirin. *Di serî de Tûncay Sonel û Engîn Sonel divê hemû berpirs hesab bidin. *Divê akubeta Gulîstan Doku demildest bê ragihandin û cenazeyê wê radestî malbatê bê kirin. *Divê lêpirsîn bi zelalî bê şopandin û geşedan bi awayekî vêkirî ji raya giştî re bên parvekirin.”   Piştî daxuyaniyê jin bi meşê derbasî ber Wezareta Perwerdehiyê bûn ku sendîkayên perwerdehiyê li dijî êrişên ser dibistanan li wir dest bi “Nobeda Jiyanê” kirine.