Komeke din a Efrînî ber bi xaka xwe ve bi rê ket 2026-04-14 10:41:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Koma sêyemîn a Efrîniyên ji cih û warên xwe hatibûn koçberkirin, ber bi warê xwe ve bi rê ketin.    Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29’ê Çileyê de, vê sibehê koma sêyemîn a koçberên ji Efrînê ber bi warê xwe ve bi rê ket. Koçber li Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya rojavayê bajarê Qamişloyê kom bû bi dehan erebe û basan ber bi Efrînê ve bi rê ket.   Koma yekemîn a koçberan ku ji 400 kesî pêk dihat di 9'ê Adarê de û koma duyemîn jî ku ji 200 kesî pêk dihat di 4'ê Nîsanê de vegeriyan Efrînê.