Li Hesekê civîna nûneriya jinê 2026-04-08 19:17:46   NAVENDA NÛÇEYAN-Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi Wezîra Kar û Barên Civakî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê Hind Qebewat re li Hesekê li ser statuya rêxistinên jinan, rola jinan di hikûmeta nû de û rewşa dilgirtî û koçberan nîqaş kirin.   Li bajarê Hesekê di navbera Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Wezîrê Kar û Barên Civakî ya hikumeta demkî Hin Qebewat de hevdîtinek pêk hat. Di hevdîtinê de endamên rêxistinên jinan, jinên hiqûqnas, nûnerên Kongra Star û saziyên civaka sivîl amade bûn.   Di civînê de bal kişandin ser dosyayên bingehîn weke ruxsetkirina rêxistinên jinan, rola jinan di hikumeta nû de, pirsgirêkên koçber û dîlgirtiyan.   Dîwanek ji bo birêvebirina civînê ji Îlham Ehmed, Şêwirmenda Navneteweyî Zên El Melazî ya ji Saziya "Norff" a Swîsreyê, Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Jiyan Dêrik, endama civaka sivîl Sozan Elûş hat avakirin.   Îlham Ehmed di axaftina xwe de behsa girîngiya cudakirina di navbera entegrasyona ku taybermendiyê diparêze û entegrasyona ku dibe sedema asîmîlasyonê de, kir.   Îlham Ehmed got: "Entegrekirina jinan di nav saziyan de û dayîna roleke bingehîn di biryardanê de gaveke girîng e ku nayê dûrxistin. Mekanîzmaya pejirandî jî ji her saziyekê sê navan pêşniyar dike, di nav de du jin û yek mêr, da ku ya herî guncaw li gorî jêhatîbûn û bawernameyan were hilbijartin. Berdewama pêvajoya entegrasyonê di vê çarçoveyê de hebûna jin û çalakvanên mafên mirovan di rêya edaletê de zêde dike û rola wan di jiyana saziyan de misoger dike."       Di dawiyê de Îlham Ehmed anî ziman ku pirsgirêka dîlgirtiyan hîna rûbirûyî astengiyan e û îşaret bi sozên berdana 300 dîlgirtiyan kir ku hîna bi cih nehatiye. Şopandina vê dosyayê berpirsiyareke exlaqî ya giştî ye ku wê dîsa di civînên bê de were pêşkêşkirin.