Li Elpelûr a Kobanê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê 2026-04-04 18:36:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Elpelûrê yê Kobanê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê mabû, 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin.   Xelkê bajarê Kobanê û gundewarên wê bi hejmareke mezin herikîn gundê Elpelûrê yê Kobanê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1979'an li gundê Elpelûrê mabû. Pîrozbahî bi dirûşmeya “4'ê Nîsanê roja jidayikbûna azadiya jinan û civaka demokratîk e" û bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştî wê endama Kordînasyona Kongreya Star a bajarê Kobanê Peyman Elûş axivî û got: "Em rojbûna Rêber Apo li tevahî jinan û cîhanê pîroz dikin. Têkoşîna ku ji gundê Amara destpêkirî heyanî roja îro li Îmralî, didomê. Fikir û ramanên Rêber Apo bû hêza hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn. Felsefeya neteweya demokratîk bû modêleke cîhanî. Bi taybet di mijara azadiya jin de. Rêbertî di têkoşîna xwe girîngiyeke mezin da pirsgirêka jin û azadiya jinê bi azadiya civakê ve girê da.”   Peyman Elûş di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bi saya felsefeya Rêber Apo îro dirûşma jinan bûye jiyan û azadî. Mîna agirekî ku venamirê û ronahiya ku riya hemû jinan ronî bike. Hebûna me bi hebûna Rêbertî ve girêdayî ye, rojbûna wî rojbûna tevahî jin û gelên bindest e. Îro jin bûye xwediyê îradeyeke xurt. Jin di nava civakê de li ber xwe dide û mafên xwe yên ji destê wan birine, dixwazin.”   Peyman Elûş salvegera damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pîroz kir û wiha got: “Em salvegera YPJ'ê li hemû jinan pîroz dikin. Şervanên YPJ`ê li hemberî hêza terorê ya herî mezin li cîhanê şer kir û DAIŞ têk bir. Her wiha li hemberî hemû dijminên jin û gelan têkoşîn kirin. YPJ`ê di hemû şert û mercan de li ber xwe dan û xwe nedan paş. Bi navê hemû jinan em soz didin ku heyanî Rêber Apo fîzîkî azad bibe, têkoşîna xwe berdewam bikin.”   Di berdewama pîrozbahiyê de nameya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji aliyê endama Kongreya Star Cûdî Temê ve hat xwendin. Di nameyê de wiha hatibû nivîsandin: “Bi boneya rojbûna Rêber Apo, têkoşerê azadî, demokrasî û azadiya jinê pîroz dikin. Rêbertî li Îmralî di şert û mercên herî zehmet de ji bo hedefa gelan a azadiyê, têdikoşe. Rêbertî ji zaroktî ve lêgerê jiyana azad bû. YPJ`ê îro roja 4`ê Nîsanê avakirina xwe raghand. Di şerê xwe yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ji tevahiya cîhanê re got azadî bê jinan ne pêkan e. Heyanî Rêber Apo fîzîkî azad bibe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   Piştî axaftin bi dawî bûn û nameya YPJ'ê hat xwendin, komên Hîlala Zêrîn û Koma Hevrîn, Koma Gîvara, Koma Sînan û Koma Esmer awaz gotin û govend pêşkêş kirin. Gel jî govend gerand.